Rêbaz Hemlan: Nabe pirsa mûçeyan tevlî duberekiyên siyasî bê kirin

Rêbaz Hemlan
Rêbaz Hemlan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Avadanikirinê yê Hikûmeta Îraqê radigihîne ku mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê ti arêşe nînin û di dema xwe de têne şandin, tekez jî dike ku yekdengiyeka temam li ser wê yekê heye ku nabe pirsa mûçeyan tevlî duberekiyên siyasî bê kirin.

Wezîrê Avadanikirinê yê Îraqê Rêbaz Hemlan îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo hejmareke dezgehên ragihandinê li ser pirsa mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê axivî.

Wezîrê Avadanikirinê yê Îraqê ragihand: "Mûçeyên fermandarên Herêma Kurdistanê arêşeyek nîne û di dema xwe de têne şandin, di vî warî de yekdengiyeka temam heye û nabe pirsa mûçeyan tevlî pirsên siyasî bê kirin."

Di derheqa bernameya kabîneya nû bo avadanikirinê de jî, Rêbaz Hemlan amaje bi wê yekê kir ku bernameya hikûmeta nû ya Îraqê ew e ku bi awayekî dadperwerane hemî ew dever û cihên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne bên avadanikirin û xizmetkariyên pêdivî pêşkêşî wan bên kirin.

Di pareka din a daxuyaniya xwe de, Wezîrê Avadanikirinê behsa rewşa darayî ya Îraqê kir û got: "Îraq di rewşeke sext a aborî re derbaz dibe û heta niha budceya giştî nehatiye yekalîkirin, herwesa ew qeyrana aborî ya ku li deverê heye bandor li ser Îraqê jî çê kiriye. Her dema ku pirsa budceyê hat yekalîkirin, projeyên me jî dê bên bicihanîn."

Rêbaz Hemlan eşkere jî kir ku niha karkirin li ser 300 projeyên girêdayî Wezareta Avadanikirinê berdewam e lê herwesa hejmareka projeyan jî rawestiyane û bo wê meremê jî ligel Serokwezîrê Îraqê li ser xetê ne, daku çareseriyê bo wan bibînin û bixin warê bicihanînê.