Piştî Zaxoyê kargeheke din a berhemanîna otombêlan li Hewlêrê jî tê damezrandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda her du kompaniyên “Jetour”ê ya Çînî û “Harlem”ê li Hewlêrê ligel Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê civiyaye û biryar e ku kargeheke berhemanîna otombêlan li Hewlêrê dabimezrîne, ku ew jî dibe kargeha duyê ya berhemanîna otombêlan li Herêma Kurdistanê, piştî kargeha Zaxoyê.
Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku îro Pêncşem, 29ê Cotmeha 2026ê, şanda wan her du kompaniyan li Hewlêrê ligel Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî civiyaye û fikira damezrandina kargeheke din a çêkirin û berhemanîna otombêlan nîqaş kiriye.
Li gorî wê yekê ya ku di wê civînê de hatiye behskirin, wekî qonaxa yekê, ew dê kargeheke komkirin û lêkdana parçeyên otombêlên Jetour ên Çînî li bajarê Hewlêrê dabimezrînin.
Serokê Desteya Veberhênanê jî pêşwaziya fikira wan kiriye û amadebûna hemî alîkarî û hêsankariyan diyar kiriye, herwisa daxwaz ji wan kiriye ku bi zûtirîn dem propozala wê kargehê pêşkêşî Desteya Veberhênanê bikin, daku karên pêdivî bo wê bên kirin.
Her di ragihandina Desteya Veberhênanê de hatiye ku armanc ji damezrandina kargeha çêkirin û berhemanîna otombêlan li Herêma Kurdistanê veguhastina teknolojiyayê û peydakirina derfetên kar û perwerdeya jêhatîbûna pîşesaziya navxweyî li paşerojê ye.