Îlham Ehmed: Mana çekdaran li Efrînê rêyê li vegera awareyan digire
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed tekez kir ku hebûna komên çekdar û destbiserdagirtina mal û milkên welatiyan li Efrînê rêyê li vegera bi temamî ya awareyan digire.
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed ragihand ku berdewambûna mana çekdaran li Efrînê di rêya vegera bi temamî ya xwecihan bo deverên wan ên resen de asteng e.
Îlham Ehmed herwesa tekez jî kir ku vegera awareyan yek ji encamên lihevkirin û têkelkirina wan ligel Hikûmeta Sûriyeyê ye. Ron jî kir ku dever û gund ji ber binpêkirinan dinalînin.
Îlhamê behsa binpêkirinan kir û got ku ew di destbiserdagirtina mal û zeviyên çandinê, destbiserdagirtina berhemê zeytûnan, sepandina bacên neqanûnî û zextên li ser xwecihên deverê de xwe dibînin.
Siyasetmedara navbirî ron jî kir ku destbiserdagirtina mal û milkên welatiyan awareyan ji mafê vegerê bêpar dike. Eşkere jî kir ku hinek ji vegeryayiyan neçar bûne ku xaniyan bi kirê bigirin ji ber ku neşiyane xaniyên xwe vegerînin.
Di çarçoveya lihevkirina Şam û HSDê de, hejmareke awareyên Efrînê vegeryane cihên xwecihbûna xwe yên resen û hejmareka wan jî neşiyaye vegere cihên xwecihbûna xwe yên resen ji ber ku rê lê hatiye girtin.
Ji ber dagirkirina Efrînê û hebûna komên çekdar li wê deverê, bi hezaran xwecihên resen ên Efrînê aware bûne. Tevî lihevkirin û bizavên vegerê jî, hebûna çekdaran û binpêkirina mafên sivîlan di rêya vegera ewle ya xwecihan de astengiyên mezin in.