Li Îlamê ji ber lêdana birûskê 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama lêdana birûskê de, du welatiyan canê xwe ji dest da û sê kesên din jî birîndar bûn.
Rêveberê Giştî yê Birêvebiriya Qeyranan a Parêzgeha Îlamê Elî Mihemed Pakdilnejad ragihand, li navçeya Bedreyê birûskê li komeke welatiyan daye; di encamê de du kesan canê xwe ji dest dane û du kesên din jî birîndar bûne.
Pakdilnejad da zanîn, ew her çar welatî xelkê gundekî navçeya Bedreyê bûne û ji bo seyran û geştê derketibûn siruştê.
Rêveberê Qeyranan her wiha aşkere kir ku di bûyereke din a li devera Zerneyê ya ser bi qezaya Eywanê de, welatiyekî din jî ji ber birûskê birîndar bûye.
Li aliyê din, pisporê pêşbîniya keşnasiyê li Îlamê Sasan Rustemî ji medyaya Îranê re ragihand, guherîn û nearamiya rewşa keşûhewayê û baranên payîzê dê heta nîva hefteya bê li parêzgehê dewam bikin.
Rustemî hişyarî da ku metirsiya bayê xurt, birûsk û mijê li rêyên çiyayî heye. Herwiha bang li çiyager û geştyaran kir ku berê xwe nedin bilindahiyan û herwiha daxwaz ji koçeran kir ku ji devê rûbar û newalan dûr bikevin.
Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, tê çaverêkirin ku diyardeya seqayî ya "El Nînyo" bibe sedema baranên bihêz li herêmê û ji nîvê duyem ê meha Mijdarê pê ve pêleke gur a baranê dê parêzgeha Îlamê bixe bin bandora xwe.