Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî yariya dawiyê ya gera sêyê ya futbola dîplomatîk li Hewlêrê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşem, 1ê Mijdara 2026ê, yariya dawiyê ya gera sêyê ya futbola dîplomatîk li Hewlêrê tê kirin.

Pêş destpêkirina yariyê, Berpirsê Fermangeha Paywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di gotarekê de bixêrhatina amadebûyîyan kir û dilxweşiya xwe bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê yariyê de diyar kir.

Sefîn Dizeyî amaje jî kir: "Me fikir di wê yekê de kiriye ku ev ger berdewam be û em li vê derê demeke xweş bi hev re derbaz bikin; her çend e di çend mehên borî de alozî hebûn, lê em li vê derê bi hev re demeke xweş derbaz dikin û em dilxweş in ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel me amade ye."

Navbirî herwisa got: "Armanc ji vê gerê ew e ku em hemî bi hev re demeke dostane û xweş derbaz bikin. Em spasiya tevaya nûnerên dîplomasî dikin, herwesa em spasiya Zanîngeha Selahedînê û Koleja Werzişê dikin, ji ber hevkarî û hevahengiya wan di rêkxistina vê çalakiyê de."

Di derheqa tevlîbûyîyên vê gerê de jî, Berpirsê Fermangeha Paywendiyên Derve got: "16 tîm tevlî vê qehremaniyê bûne û hemî alî jî serkeftî ne; çavê me li wê yekê ye ku em careke din jî ligel dostên xwe bicivin û berdewam bin, daku hevahengiyeke tijî coş di navbera me de hebe."