Li Qamişloyê korbendeke taybet bo vegera koçberan hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna hejmareke dezgehên sivîl û koçberan, li bajarê Qamişloyê korbendek li ser mafê rewa yê vegera koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî hat lidarxistin, ku di nav de tekezî li ser berpirsyariya hikûmetê bo peydakirina ewlehiyê û garantîkirina vegerek bi ewle hat kirin.
Bi navê qurbaniyên koçberên bi darê zorê, korbendek li bajarê Qamişloyê ji aliyê hejmareka dezgehên sivîl ve hat lidarxistinû tê de behsa mafê vegerê yê rewa yê koçberan hat kirin, ku karibin di demên bê de bê astengî vegerin ser mal û milkên xwe. Komîteya Koçberên Serê Kaniyê dibêje ku dosyeya koçberan ji aliyê hikûmetê ve paşguhkirî ye û garantiya silametî û ewlehiya wan tune ye.
Kesên tevlîbûyî tekez dikin ku vegera bi ewle berpirsyarîtiya hikûmetê ye û arêşeyên heyî tenê hikûmet dikare çareser bike û di pêngava yekê de derxistina kesên hawirde ji malên koçberan. Êlên Serê Kaniyê dibêjin ku di navbera xelkê bajarî de tu arêşe nînin.
Heşt salên koçberiyê êşa bi sedan hezar koçberan bi dawî nekir û dema vedigerin rastî arêşeyan dibin, mînaka dawiyê jî êrîşa li ser Kurdên Girê Spî ye ku bi dehan otombîlên wan hatin şewitandine.
Ji ber ku mafê vegerê mafekê rewa ye, hemî koçberên Serê Kaniyê li vê derê kom bûne lê dibêjin ku heta niha jî ji bo parastina mafê vegerê Hikûmeta Sûriyeyê bi erkê xwe bi awayekê baş ranabe.