Îsal zêdetirî 232 hezar tonên berhemên Dihokê bo parêzgehên Îraqê hatine şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 10 mehên borî de, 232 hezar û 377 tonên berhemên cuda cuda yên çandinê ji parêzgeha Dihokê bo bazarên başûr û naverasta Îraqê hatine şandin û petat jî li rêza yekê ye.

Birêvebirê Giştî yê Çandinê li Dihokê Ehmed Cemîl îro Sêşemê, 03ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku di 10 mehên destpêka îsal de rêjeyeka zêde ya berhemên navxweyî yên cotkarên parêzgeha Dihokê bo bazarên naverast û başûrê Îraqê hatine hinardekirin û hejmara giştî ya wan digihîje zêdetirî 232 hezar tonan.

Li gorî wê amara fermî ya ku ji aliyê Birêveberiya Giştî ya Çandinê li Dihokê ve hatiye amadekirin û bi dest Kurdistan24ê ketiye, ji meha yekê heta dawiya meha 10ê ya îsal, 232 hezar û 377 tonên berhemên çandinê bo parêzgehên Îraqê hatine birêkirin.

Di nav wan berhemên ku zêdetirîn daxwazî li ser wan hebûye û hatine hinardekirin, berhemê petatan li rêza yekê ye ku hejmara wî gihîştiye 131 hezar û 691 tonan. Piştî wî berhemî jî, her yek ji berhemên zebeş bi 27 hezar û 896 tonan, temate bi 23 hezar û 130 tonan, pîvaz bi 21 hezar û 94 tonan û xiyar bi 14 hezar û sê tonan tên.

Di bernameya wê amarê de, ew yek jî diyar dibe ku ji bilî şînkatiyan, bi dehan cûnên din ên berhemên fêkî û dexl û danan ên wekî tirî, hinar, sêv, hejîr, kulind, bacanreşk, bîber, simaq, birinc, zeytûn û gelek cûnên din hatine hinardekirin.

Birêvebirê Giştî yê Çandinê li Dihokê behsa wê yekê kir ku ji bo birêvebirina û hêsankariya serederiya hinardekirina van berheman bo başûr û naverasta Îraqê, di dema wan 10 mehan de 28 hezar û 766 nivîsarên fermî ji aliyê fermangehên girêdayî Rêveberiya Çandinê li Dihokê ve hatine kirin.

Her sal ji ber başiya cûnên wan, daxwaziyeke zêde li ser berhemên navxweyî yên cotkarên Herêma Kurdistanê di bazarên Îraqê de heye, ev yek jî bûye sedema vejîna kerta çandinê û zêdebûna dahatê cotkaran li parêzgeha Dihokê.