Çavkaniyek: Hizbulaha Îraqê dest bi ser peymanên balafirxaneyan de girtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê eşkere kir ku desthilatên dadwerî û çavdêriyê yên Îraqê bi hevahengî ligel Desteya Destpakiyê lêkolîneke berfireh li ser gumana gendeliyê ya bi milyonan dolaran û serdestiya Hizbulaha Îraqê li ser peymanên petrolê, pîşesaziya leşkerî û kerta balafirvaniyê dest pê kiriye.

Çavkaniyeka taybet îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, ji kanala “Al-Arabiya”yê re ragihand: “Desthilatdarên Îraqê lêkolîneke berfireh li ser kontrol û bandora Hizbulaha Îraqê li ser komeke peymanên stratejî yên kerta petrolê, bi taybetî jî peymanên Kompaniya Berbazarkirina Petrola Îraqê (SOMO) dest pê kiriye.”

Li gorî zanyarên wê çavkaniyê, pişkinîn û şopandinan tenê kerta petrolê venegirtiye, belkî Desteya Pîşesaziya Leşkerî ya Îraqê jî di bin lêkolîneke hûr de ye li ser desttêwerdan û serdestiya Hizbulaha Îraqê li ser hejmareke peyman û projeyên wê desteyê.

Wekî ku wê çavkaniyê amaje pê kiriye, di kerta xizmetkarî û veguhastinê de, Desteya Destpakiyê ya Îraqê lêkolînên xwe li ser gumana gendeliya mezin ku zêde kirine, ku bi nirxê bi milyonên dolaran tê texmînkirin, di çarçoveya peymanên Wezareta Veguhastinê û balafirxaneyên Îraqê de.

Wê çavkaniyê tekez jî kir ku pareka berçav a lêkolînên Desteya Destpakiyê girêdayî kontrolkirina rasterast an nerasterast a wan peymanên kerta balafirvaniyê û veguhastinê ji aliyê koma Hizbulaha Îraqê ve ne, ev jî di çarçoveya kempeynekê de ye bo şopandina pûçkirina samanê giştî û destbiserdagirtina dahatên dewletê ji aliyê aliyên nefermî ve.