Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên siyasî duberekî û cudahiyan li Parlamentoyê çareser bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pêşwaziya çalakkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Parlamento dezgeha bilind a nûnerîtiya îradeya xelkê Kurdistanê ye, herwisa daxwaz ji tevaya aliyan kir ku bi canê berpirsyariya niştîmanî duberekiyan li Parlamentoyê yekalî bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, di peyamekê de ragihand: "Ez pêşwaziya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dikim. Parlamento dezgeha bilind a nûnerîtiya îradeya tevaya xelkê Kurdistanê ye, divê hemî hêzên siyasî bi çalakî tevlî wê bibin û bi canê berpirsiyariya nîştimanî duberekî û cudahiyan li wê derê çareser bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî jî dike ku ev pêngav bibe sedema bidawîanîna xetimîna siyasî û amaje kir: "Ez hêvîdar im ev pêngav di çareserkirina rewşa xetimîna siyasî û peydakirina zemîneyeke baştir bo hevfêmkirin û zêdetir harîkariyê di navbera hemî aliyên siyasî de bibe alîkar û palder."
Nêçîrvan Barzanî herwisa tekez li ser giringiya sazanê û parastina qewareya Herêma Kurdistanê kir û got: "Ez tekez dikim ku diyalog, sazan û hevpariya di navbera tevaya hêzên siyasî de bingeha çareserkirina duberekiyan û rûbirûbûna astengiyan in; tenahiya siyasî û parastina dezgehên Herêma Kurdistanê jî berpirsiyariyeke hevpar e û dikeve ser milê hemîyan."
Pêştir Serok Barzanî jî di peyamekê de çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hemî aliyên siyasî pîroz kir û ragihand: "Çalakkirina parlamentoyê pêngavek e ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve û li dijî tu kes û aliyekî nîne û bi piştrastî ve dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de be."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de pîrozbahî li desteya serokatiya hilbijartî ya gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê kir û çalakkirina Parlamentoyê wekî serketina îradeya xelkê û pabendbûn bi proseya demokrasî wesf kir.