Bereya Berxwedanê ya Iraqê gefê li hêzên Amerîkayê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bereya Berxwedanê ya Iraqê ragihand, piştî derketina fermana yekalîker a Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, êdî tI xet û sînorên cografî nabin rêgir li pêşiya êrîş û lêdanên wan.

Hevdem li gel vê daxuyaniyê, Ketayîb HIzbullaha Îraqê jî daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku “xwîna şehîdan, zarokên XezZeyê û xwendekarên Mînabê bi derbasbûna demê û bi hebûna sînorên çêkirî nayê jibîrkirin.”

Ketayîb HIzbullahê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rêbaza bersivdana xwe û ragihand: “Tolhildan û daxwaza me ya edaletê bi rêya rêxistinên bêkêr û kartonî nabe, belkî dê li qada şer û bi zimanê agir û seccîlê were nivîsandin.”

Di dawiya peyama wê komê de hişyariyeke rasterast ji bo hêzên Amerîkayê hate dayîn û hate gotin: “Tawanbarên artêşa Amerîkayê li kîjan devera vê cîhanê bin, di lîsteya armancên rewa û misoger ên çekdarên me de ne û em ê nehêlin xew bikeve çavên wan.”