Li Diyarbekirê Konferansa “Wêje û Aştî”yê hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi beşdariya siyasetmedar û nivîskaran konferansek bi navê Wêje û Aştî hat li darxistin. Di konferansê de derbarê têkiliya pêvajoya çareseriya pirsa kurd û hunermendan de nêrîn û nirxandin hatin parvekirin. Nivîskaran bal kêşandin ku hunermend hem dikarin pirsgirêkên neteweya xwe bibin qada navdewletî, hem jî dikarin civaka xwe derbarê mafên rewa yên xwezayî de hişyar bikin.

Li Diyarbekirê bi hevkariya Pen a Navneteweyî, Pena Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir û şaredariyên navçeyan bi navê Di pêvajoyên lihevrûniştin, lihevkirin, aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîriyê” Konferansa Wêje û Aştiyê hat li darxistin. Beşdar û amadekarên konferansê bal kêşandin ku hunermend bi hunera xwe dikarin sudê bidin çareseriya pirsgirêkan k udi pêvajoya çareseriya pirsa kurd de jî ev yek pêkan e.

Helbestvan Mueyed Teyîb di vî warî de ragihand: “Huner ew tişte ku hem bikare sitemkariyê b^ne ber çav û hem jî bikare derbarê mafên milletê xwe de milletê xwe şiyar bike.”

Seroka Rûmetê ya Navenda Pena Kurd Dr. Bêrîvan Doskîj î ragihand: “Pêvajoyek heye ku kurd navek lê dikin, aliyê din navek lê dike, rewşenbîr dikarin bi navê ku kurdan lê kirî bi navê pêvajoya aştiyê rêbazên aştiyê peyda bikin.”

Di konferansê de derbarê pêvajoya çareseriya pirsa kurd de hat amajekirin ku rewşenbîrên kurd dikarin bi awayeke bibandor rolek erênî bo çareseriyeke mayînde bilîzin .

Serokê Navenda Pena Kurd Omer Fidan jî ji aliyê xwe ve: “Hunermend dikarin şoreşan bidin dest pê kirin, li ser civakê ewqasî bibandor in, ji ber wê jî em bawer dikin ku bo çareseriya pirsa kurd jî dikarin karîger bin.”

Serokê Komîteya Nivîskarên bo Aştiyê ya Pena Navneteweyî German Rojas jî got: “Ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya aştiyê pêşhatek baş e, hêja û girîng e ku herdu alî bikaribin werin cem hev û derbarê pirsgirêkê de danustanê bikin û biaxifin. Derbarê zimanê kurdî û nasnameya kurdî de herdu alî ji hev cuda difikirin lê ji ber ku bingeha vê pirsgirêkê de ziman û nasname hene û li ser vê mijarê jî axaftin û danustan hene ev yek tiştek baş e , hêvî dikim pêvajo bi ser bikeve.”

Rewşenbîr balê dikêşin ku hunermend dikarin navbera şer û siyaseta sivîl de bibin pireke xurt ku ew pir jî dikare bo çareseriya pirsa kurd çareseriyek mayînde bi xwe re bîne.