IMO: Li Tengava Hurmizê 130 êrîş li ser keştiyan hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) ragihand, ji destpêka derketina rageşî û aloziyên li Rojhilata Navîn ve, hejmara êrîşên li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hurmizê gihîştiye 130 êrîşan û di encamê de 25 deryavanan canê xwe ji dest daye. 

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, bûyera herî dawî ya canjidestdanê di 5ê Mijdarê de hatiye tomarkirin; ew jî piştî êrîşeke li ser keştiya hilgira petrolê ya bi navê "M/T VELOS SAPPHIRE" li Tengava Hurmizê pêk hat, ku bi vî awayî hejmara giştî ya deryavanên ku bi fermî mirina wan hatiye piştrastkirin gihîşt 25 kesan.

IMOyê her wiha aşkere kir ku niha li herêmê bi hezaran deryavan di bin metirsiyeke mezin de ne, di nav wan de tîmên wan keştiyên ku ji ber metirsiyên berdewam li Kendavê asê mane û nikarin ji herêmê derkevin.

Di civîna Encûmena Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê de ku di navbera 2 heta 6ê Mijdarê de li paytexta Brîtanyayê Londonê hat lidarxistin, tekezî li ser parastina can û ewlehiya deryavanan hat kirin. Rêxistinê bang kir ku tevî hemû nakokiyên jeopolîtîk, divê rêyên deryayî yên navdewletî vekirî û ewle bimînin.

Sekreterê Giştî yê IMOyê Arsenio Dominguez di daxuyaniyekê de hişyarî da ku deryavan bi berdewamî di bin xetereya birîndarbûn û mirinê de ne. Dominguez da zanîn ku deryavan rûbirûyî şert û mercên nebaş ên mirovî bûne; beşek ji wan li ser keştiyan hatine hiştin, ji mafê vegera bo welatên xwe bêpar mane û tûşî kêmasiya xurek, av û pêdiviyên tenduristiyê bûne.

Encûmena rêxistinê bi tundî êrîşên çekdarên Hûsî yên li ser keştiyên bazirganî yên li Deryaya Sor û Tengava Bab el-Mendebê şermezar kir.

Her wiha êrîşên Rûsyayê yên li ser keştiyên bazirganî, deryavanan, jêrxana benderan û navendên hawarçûnê yên li korîdora deryayî ya Ukraynayê ya li ser Deryaya Reş jî bi tundî hatin şermezarkirin.

Li aliyekî din, rêxistinê dilgiraniya xwe li hember zêdebûna hewldanên çetetiya deryayî û talana çekdarî ya li rojavayê Okyanûsa Hindî û Kendava Edenê anî ziman û destnîşan kir ku ji destpêka îsal ve 17 hewldan û bûyerên çetetiya deryayî li wê deverê hatine tomarkirin.