Erdogan û Trump rewşa Îranê û şerê Rûsya û Ukraynayê nîqaş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê peywendiyên dualî, aloziyên di navbera Waşinton û Tehranê de û şerê navbera Rûsya û Ukraynayê nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Fermandariya Peywendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump duhî Şemî, 7ê Mijdara 2026ê, peywendiyeka telefonî kir û di wê peywendiyê de, behsa peywendiyên dualî yên Enqere û Waşintonê û pêşveçûnên herêmî û navneteweyî hatine kirin.

Her li gorî wê daxuyaniyê, Erdogan baweriya xwe anî ziman ku hevkariya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dê li ser pêşveçûnê berdewam bibe û di qonaxa bê de her du alî dê ji bo zêdetir xurtkirina peywendiyan bixebitin.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye ku li ser aloziyên Rojhilata Navîn, Serokkomarê Tirkiyeyê tekez kiriye ku divê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê bi dawî bibin û pirsgirêk bi rêya dîplomasiyê bên çareserkirin; herwisa tekez jî kir ku Tirkiye dê li ser karkirina xwe pêxemetî aştiyê berdewam be.

Di pareka din a wan danûstandinan de jî, Erdogan hêvî xwest ku ew bizavên dîplomatîk ên xurt ku ji bo bidawîanîna şerê Ukrayna û Rûsyayê tên kirin, encamên erênî bi dest bixin; tekez jî kir ku Tirkiye dê li ser tevlîbûna di wan bizavan de berdewam be û divê peywendî ligel her du aliyan zêde bibin.