Serokwezîr Mesrûr Barzanî ber bi Bexdayê ve bi rê ket

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê ve bi rê ket û dê ligel Serokwezîrê Federalî û serkirdeyên hêz û aliyên siyasî yên Îraqê bicive.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, bi serdaneke fermî digehe Bexdayê û ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dicive.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de ligel serkirdeyên partî, hevpeymanî û kesayetiyên siyasî yên Îraqê hejmareka hevdîtin û civînan dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê ligel Elî Zeydî û serkirdeyên Îraqê pişka Herêma Kurdistanê di budceya federalî de û çareserkirina arêşeyên helawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike.

Pêşewa Hewramanî herwisa got: “Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel hikûmet û serkirdeyên siyasî yên Îraqê de, baldarî dê li ser çareserkirina arêşeyan li gorî destûr, qanûn û lihevkirinan be, bi awayekî ku çareseriyeka guncayî bo hemî arêşeyan bê dîtin.”

Ev serdana duyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye bo Bexdayê di îsal de, serdana wî ya borî di Gulana borî de bû, ku ji bo xurtkirina peywendiyên siyasî û nîqaşkirina dosyeyên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê de bû.