Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji serokkomar û gelê Tirkiyeyê re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de hevsozî û xemgîniya xwe bo qurbaniyên rûdana teqîna bajarê Izmirê yê Tirkiyeyê diyar kir û sersaxî ji Serokkomar û gelê wî welatî re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro Sêşem, 10ê Mijdara 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û tê de amaje da ku ji ber mirina hejmareke welatiyan ji ber wê teqîna wêranker, ku li kargeheke asinî li bajarê Izmirê yê Tirkiyeyê rû da, ew gelek xemgîn e.
Di pareka din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî sersaxî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û gelê Tirkiyeyê û malbatên wan qurbaniyan re dixwaze.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevsoziya xwe bo tevaya lêqewimiyan diyar dike û hêviya çarebûna bilez ji bo birîndaran jî dixwaze.
Ew teqîn duhî Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, li kargeha asin û polayî ya HABAŞê li devera Aliagayê ya parêzgeha Izmirê rû da û piştî wê yekê jî agirekî mezin berbû wî cihî. Di encama wê rûdanê de jî, 17 karker mirine û 14 kesên din jî birîndar bûne.
I am deeply saddened by the tragic loss of life in the devastating blast at the steel factory in İzmir, Türkiye. My heartfelt condolences go to President @RTErdogan, the people of Türkiye, and the families of the victims. My thoughts are with all those affected by this…
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) November 10, 2026