Babacan: Ez banga Serok Barzanî bo bidawîanîna qeyrana siyasî bilind dinirxînim

Mesrûr Barzanî û Elî Babacan
Mesrûr Barzanî û Elî Babacan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya DEVAyê ya Tirkiyeyê Elî Babacan kir û di civînê de behsa pêwendiyên aborî, projeya Rêya Pêşxistinê û piştgirîkirina proseya aştiyê hate kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 10ê Mijdara 2026ê, pêşwazî li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyeyê (DEVA) û şanda pê re kir.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê di warên cuda cuda de kir, bi taybetî di warên aborî û lihevguhertina bazirganî de. Di vî warî de jî, amaje bi giringiya bicihanîna projeya Rêya Pêşxistinê û girêdana welatên Kendav û Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê û Ewropayê ve bi riya xeta asinî hat kirin.

Herwisa her du aliyan piştgiriya xwe ji bo proseya aştiyê li Tirkiyeyê jî tekez kir.

Di pareka din a wan danûstandinan de jî, behsa proseya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê hat kirin û banga Serok Barzanî bo bidawîanîna qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkînana hikûmeteke berfireh bilind hat nirxand.