Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo hilbijartina parêzgarê nû dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo hilbijartina parêzgarekî nû yê bajêr bang li hemû endaman kir ku beşdarî civîneke awarte bibin. Tevî nakokî û alozîyên siyasî, biryar e civîn îro çarşemê, 11ê Mijdara 2026an birêve biçe.
Li gorî zanyariyan, Bereya Tirkmenî li ser diyarkirina berbijêrekî di nava xwe de gihiştiye rêkeftinekê da ku posta parêzgar bo Tirkmenan bê yekalîkirin. Lê belê egereke mezin heye ku fraksiyona Erebî tevlî civînê nebe. Sedema sereke ya nerazîbûna Ereban ew e ku ditirsin eger post radestî Tirkmenan were kirin, piştî sersalê ew dest ji postê bernedin.
Ji ber vê yekê, tê payîn ku Ereb bi şertekî tevlî civînê bibin; ew jî ew e ku îro parêzgarekî Ereb were hilbijartin, lê di heman demê de Tirkmenek wek cîgirê duyem ê parêzgar (parêzgarê biwekalet) bê destnîşankirin û hemû desthilat bo wî bên dayîn. Bi vê formulê, dê Tirkmen di vê meh û 20 rojên mayî de parêzgehê birêve bibin û parêzgarê Ereb jî mohletê wergire heta dema Tirkmenan bi dawî dibe.
Li aliyê din, Tirkmen bi xwe jî ne yekdeng in û di navbera Tirkmenên Sunî û Şîe de parçebûnek heye. Hat ragihandin ku fermandarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlilheq Qeys Xezelî, duh li gel fraksiyona Erebî civiya ye û daxwaz kiriye ku di van du mehên mayî de postê parêzgar radestî kesayetekî Tirkmen ê Şîe were kirin. Ev daxwaz bûye sedema alozîyeke din û hîn li ser vê xalê ti lihevkirinek çênebûye. Ji ber vê sedemê, eger heye ku civîna îro bo derengiya şevê an jî sibe sibehê were taloqkirin.
Li gorî rêkeftina berê ya "Otêla Reşîd", para Kurdan a di birêvebirina parêzgehê de temam bûye. Rêbiwar Teha nêzîkî du salan li ser kursiyê parêzgariyê ma û bi vî awayî Kurd ji vê gera hevrikiyê dûr ketine. Pirsgirêk û girêka sereke niha di navbera pêkhateyên Ereb û Tirkmen û her wiha nakokiyên navxweyî yên Tirkmenan bi xwe de ye.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku Serokwezîrê Iraqê hefteya borî bi endamên encûmenê û nûnerên pêkhateyan re civiyabû û hişyariyeke tund dabû wan. Serokwezîr tenê hefteyek mohlet dabû aliyan daku valahiya îdarî li Kerkûkê were dagirtin û parêzgarê nû zû were diyarkirin.
Di 10ê Cotmeha 2024an de, di civînekê de li Otêla Reşîd a li Bexdayê, bêyî beşdariya PDK, Bereya Tirkmenî û beşek ji endamên Ereb, Rêbiwar Teha wek parêzgar û Mihemed Hafiz wek serokê encûmenê hatibûn hilbijartin. Li gorî wê formuleyê biryar bû ku posta parêzgar bi awayê doregerî di navbera pêkhateyan de bê parvekirin.