Li Kerkûkê 3 pêgehên DAIŞê hatin têkbirin û dest li ser çekan hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand, hêzên wan di operasyonekê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê, 3 stargehên DAIŞê jinav birine û dest danîne ser berek ji çek, fîşek û kelûpelên lojîstîk.
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî îro 11ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de da zanîn, di çarçoveya pêngavên berdewam ên ji bo rûbirûbûna bermayiyên terorîstên DAIŞê de, yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi Firqeya 8an a Peyade karîne li parêzgeha Kerkûkê sê stargehên DAIŞê eşkere bikin û birûxînin, ku çekdaran ji bo piştevaniyê û veşartina kelûpelên xwe bi kar dianîn.
Li gorî daxuyaniyê, operasyon li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstîxbaratî û çavdêriyeke berfireh a meydanî hatiye lidarxistin. Di heman demê de, dest bi ser berek ji madeyên xwarinê, pêdiviyên lojîstîk, çekeke Kalaşnîkovê, 3 şaneyên fîşekan (mexzen), 30 gule û hejmarek kelûpelên din de hatiye girtin.
Hat ragihandin ku tîmên endezyariya leşkerî li gorî rênimayên ewlehiyê yên pêwîst tevlî bûyerê bûne û kelûpelên hatine desteserkirin li cihê bûyerê jinav birine.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêngav berdewamiya hewlên leşkerî û îstîxbaratî ne ji bo hişkkirina hemû jêderên piştevaniya DAIŞê û pûçkirina her hewleke wan a têkdana asayîş û aramiya welêt.