Fraksiyona PDKê: Avakirina herêmên cuda yan lawazkirina pêgeha qewareya Kurdistanê nedestûrî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand, li gorî Madeya 117an a Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî û yekgirtî ye; lewma her hewldanek ji bo lawazkirina pêgeha wê yan çêkirina herêmên cuda, binpêkirina rasterast a destûrê û piştguhkirina xwîna şehîdan e.
Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdulxefar îro 11ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Madeya 117an a Destûra Federalî bi awayekî pir zelal dan bi Herêma Kurdistanê de dide wek qewareyeke destûrî ya yekgirtî bi hemû desthilat û saziyên xwe yên rewa ve."
Daner Ebdulxefar amaje bi wê yekê kir ku parastina vê qewareyê erkê hemû aliyan e, bi taybetî kesên ku li Bexdayê di postên serwerî û bilind de ne. Herwiha got:
"Ev erk di serî de li ser milê Serokkomarê Iraqê ye. Ji ber vê yekê her hewlek ji bo lawazkirin, parçekirin yan nehîştina vê qewareyê, binpêkirina aşkere ya destûrê ye û hewldanek e ji bo ji bîrkirina wê xwîn û qurbaniyên mezin ên ku gelê Kurdistanê di rêya bidestxistina mafên xwe de dane."
Berdevkê Fraksiyona PDKê her wiha destnîşan kir: "Erkê hemû nûnerên Kurd li Bexdayê ye ku berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin, bi taybetî Serokkomar ku li gorî Madeya 67an a destûrê, divê sembola yekîtiya niştimanî û parêzvanê destûrê be. Lewma her helwestek li dijî van erkên destûrî, wek binpêkirina destûrê tê hejmartin."
Di dawiya axaftina xwe de, Daner Ebdulxefar tekez kir ku qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê "hêla sor" e û nayê qebûlkirin ku bibe qurbana berjewendiyên berteng ên partîtî: "Ev qeware berhema dehsalan xebat, berxwedan, Enfal û kîmyabaranê ye. Nabe ji bo nakokiyên siyasî û destkeftên partîtiyê yên demkî, destkariya wê bê kirin. Pêwîst e hemû nûnerên Kurd li Bexdayê bibin mertal û berevaniyê li vê qewareyê bikin, ne ku bibin amrazek di destê neyarên federalîzmê de ji bo têkdana mafên rewa yên gelê Kurdistanê."