Hollandî dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo parastina zimanê dayikê û xurtkirina pêwendiya zarokên dîasporayê bi çand û nasnameya wan ve, li Hollandayê sê dibistanên nû yên zimanê Kurdî tên vekirin. Bi vê gavê re, hejmara giştî ya dibistanên Kurdî li wî welatî digihîje şeşan.
Rêvebera dibistanên ser bi Federasyona Navdewletî li Hollandayê Roza Heme Kerîm di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, bi hemahengiya li gel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî, sê dibistanên taybet bi zimanê Kurdî li bajarên Den Haag, Nijmegen û Apeldoornê tên vekirin.
Roza Heme Kerîm da zanîn, di van dibistanan de wane bi her du zaravayên sereke; kurmancî û soranî tên pêşkêşkirin. Her wiha dema dewama van dibistanan li gorî demjimêrên dibistanên fermî yên Hollandayê hatiye rêkxistin, da ku ti nelihevî çênebe û hêsankarî ji bo xwendekaran were kirin.
Derbarê zêdebûna hejmara xwendekaran de, Heme Kerîm diyar kir: "Di roja yekem a destpêkirina projeyê de tenê 4 zarokan navê xwe tomar kiribû, lê bi derbasbûna demê re eleqeya malbatên Kurd gelekî zêde bû. Niha hejmara xwendekarên me gihiştiye derdora 60 zarokan û ji çend bajarên din jî daxwaz ji me hatiye kirin ku em şaxên nû yên dibistanê vekin."
Xaleke din a balkêş ew e ku daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî tenê bi zarokên Kurd ve sînordar nemaye. Rêvebera dibistanan destnîşan kir ku li bajarên Amsterdam û Utrechtê çend zarokên Holendî jî daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî kirine û niha li van navendan waneyên Kurdî dixwînin.
Di dawiya axaftina xwe de, Roza Heme Kerîm tekez kir ku ev pêngava Konfederasyona Revenda Kurdistanî û federasyonên li derveyî welat, bi armanca parastina nasnameya neteweyî û kultûrî ye, daku bi riya fêrbûna zimanê şêrîn ê dayikê, nifşên nû yên li dîasporayê bi ax, dîrok û rehên xwe ve girêdayî bimînin.