Mihemed Hacî Mehmûd: Aktîvkirina parlamentoyê erkekî niştimanî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand, ew heta dawiyê li dijî pergala du-îdareyî û dabeşkirina Herêma Kurdistanê ne. Hacî Mehmûd her wiha bersiveke tund da biryara dadgehê ya derbarê girtina wî de û got: "Di 50 salên borî de ti kesî nekariye min bigire."

Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyekê de bal kişand ser rewşa dawî ya siyasî li Herêma Kurdistanê û tekez kir ku ji nû ve aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê erkekî bilind ê neteweyî û niştimanî ye û divê di zûtirîn dem de gav ji bo vê yekê bên avêtin.

Mihemed Hacî Mehmûd helwesta partiya xwe ya derbarê yekrêziya navxweyî de anî ziman û got: "Em heta ser hestiyê xwe li dijî du-îdareyî û parçekirina Herêma Kurdistanê ne."

Li ser biryara dadgehê ya ji bo desteserkirina wî, Mihemed Hacî Mehmûd bi tundî bertek nîşanî aliyên peywendîdar da û got: "Di heyama 50 salên borî de ti kesî nekariye derkeve pêşiya min û ti kesî nekariye min bigire; diviyabû wan bigota 'termê wî bînin û radestî me bikin', ne ku bi xwe wî."

Di dawiya daxuyaniya xwe de Serokê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê tekez kir ku biryarên di derheqê wî de derketine neheq in û anî ziman: "Pêwîst e ew dadgehên ku biryara girtina min dane, ew bi xwe bên darizandin."