Serokê Partiya Îlî ya Tirkmenî navê parêzgarê nû yê Kerkûkê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro ji bo diyarkirin û hilbijartina parêzgarê nû yê bajêr dicive. Di heman demê de Bereya Tirkmenî Qehtan Wendî ji bo wergirtina vî postî berbijêr kiriye û deriyê berbijêrbûnê ji bo kesên din jî vekirî ye.

Serokê Partiya Îlî ya Tirkmenî li Kerkûkê Riyaz Sarî derbarê mijarê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo wergirtina posta parêzgarê Kerkûkê, hemû aliyên Tirkmenî ev dosye bi temamî spartine Bereya Tirkmenî da ku yekalî bike.

Sarî her wiha da zanîn ku biryar e îro Qehtan Wendî wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê bê hilbijartin.

Derbarê dema karkirina parêzgarê nû de, her çend li gorî rêkeftina pêşwext diviyabû ev post di 31ê Berçileya 2026an de bi dawî bibûya, lê tê pêşbînîkirin ku heta meha Adara bê ev erkê han li cem pêkhateya Tirkmen bimîne û piştre radestî pêkhateyeke din a bajêr bê kirin.

Her çend biryar bû civîna Encûmena Parêzgehê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçûya, lê li gorî zanyariyan, sedema derengketina wê ji bo nerazîbûn û daxwazên Qeys Xezelî vedigere. Hat ragihandin ku Xezelî pêşniyar kiriye ku postê parêzgariyê ji Tirkmenekî Şîe re bê dayîn, ne ji Tirkmenekî Sune re.

Di 16ê Nîsana 2025an de, Rêbiwar Teha posta parêzgarê Kerkûkê radestî Tirkmenan kiribû û Mihemed Sem'anî wek parêzgar hatibû hilbijartin. Lêbelê piştî ku Mihemed Sem'anî di 15ê Cotmeha 2026an de wek Wezîrê Dewletê bo Karên Derve yê Iraqê sûnda yasayî xwar, posta parêzgarê Kerkûkê vala mabû.