Elî Babacan: Rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di pêvajoya nû de avaker e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Elî Babacan, rola Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serxistina pêvajoya aştiyê de bilind nirxand û tekez kir, çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê rasterast bi dabînkirina maf û azadiyên bingehîn ve girêdayî ye.
Serokê Partiya DEVAyê Elî Babacan di daxuyaniyên xwe de ji bo Kurdistan24ê bal kişand ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku ji bo aramiya giştî ya navçeyê hevkariya hevpar pêwîstiyeke sereke ye.
Elî Babacan derbarê hewldanên Serok Mesûd Barzanî de got: "Birêz Barzanî ji destpêkê ve bi dilsozî piştgiriya vê pêvajoyê kiriye û ev yek bû sedem ku prose heta roja îro bi serkeftî berdewam bike. Ev gav ji bo her kesî gelekî girîng bû, ji ber ku em êdî li herêma xwe koman, mîlîsan û rêxistinên çekdar naxwazin. Em dixwazin dewlet û sazî bihêz bin da ku asayîş, aramî û xweşguzeranî serdest bibe. Di vê pêvajoyê de, piştevaniya ku me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye piştgiriyeke gelekî avaker û girîng bû."
Serokê Partiya DEVAyê hestên xwe yên derbarê paytexta Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dualî de wiha anî ziman: "Ji dema ku ez gihîştime Hewlêrê, bi mêvanperweriyeke gelekî germ pêşwazî li min hat kirin. Bi rastî Hewlêr gelekî bi lez pêş ketiye û bûye bajarekî pir nûjen. Parastina navenda dîrokî ya bajêr gelekî girîng e, di heman demê de li derdora bajêr veberhênanên nû, xaniyên nû û mallên nû hatine avakirin; ev yek ez pir dilxweş kirim. Em dibînin ku pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de gihîştine asteke gelekî baş. Me ligel berpirsên Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê Herêma Kurdistanê bibe beşek ji projeya 'Rêya Geşepêdanê'. Di gelek babetan de di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de diyalogeke gelekî nêzîk heye."
Babacan bal kişand ser pêgeha Kurdan a li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku Kurd pêkhateyeke sereke ya civakê ne, lê di warê maf û azadiyan de kêşeyên cidî hebûn û hîn jî hene.
Herwiha Babacan got: "Pêvajoya aştiyê bi dawîanîna li tundûtûjiyê û danîna çekan pêk tê; lê belê pêvajoya çareseriyê rasterast girêdayî misogerkirina maf û azadiyên bingehîn e û ji bo vê yekê jî divê pêngav bi lez bên avêtin. Di 15-20 salên borî de, li wan herêmên ku Kurd lê dijîn pêşketineke berbiçav di binesaziyê de çêbûye, ji ber ku her çiqas aramî zêde bibe, çavkaniyên dewletê jî bêtir ji bo geşepêdanê tên xerckirin."
Serokê Partiya DEVAyê li ser qonaxên nû yên pêvajoyê ragihand: "Niha qonaxa yekem danîna çekan ji aliyê rêxistinê (PKK) û vekişîna ji wan deveran e ku bi salan e lê bûn. Pêwîst e ev rewş ji aliyê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ve bê piştrastkirin. Piştî temambûna vê qonaxê, derbarê paşeroja endaman de proseyeke nû dest pê dike, da ku deriyên derbasbûnê bên vekirin."
Her wiha Babacan tekez kir: "Ne gengaz e pirsgirêkeke 40 salî di nava 40 rojan de çareser bibe, ev yek demê dixwaze. Pêvajo wekî trênê hêdî dimeşe, lê ya herî girîng parastina vî rîtmî ye. Hem saziyên dewleta me û hem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya diyalog û hevahengiyeke nêzîk vê pêvajoyê bi rê ve dibin."