Erdogan daxwaza destpêkirina danûstandinên navbera Amerîka û Îranê dike

Recep Tayyip Erdogan û Mesûd Pizişkiyan
Recep Tayyip Erdogan û Mesûd Pizişkiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê li gel Serokkomarê Îranê civiya û daxwaza destpêkirina bizavên dîplomatîk kir, "bêyî derengketineke zêdetir" ji bo bidawîanîna şerê di navbera Amerîka û Îranê de.

Li gorî ragihandina Serokatiya Komara Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Pêncşem, 12ê Mijdara 2026ê, di çarçoveya Konferansa Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de li bajarê Antalyayê li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan civiya.

Di dema danûstandinan de, Erdogan tekez li ser "giringiya vegera ser maseya danûstandinan bêyî derengketineke zêdetir" kir û tekez kir ku Tirkiye dê li ser piştevaniya wan bizavên ku armanca wan çespandina aştiyê ye berdewam be.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwisa got: "Divê zemîneya hevpar ji bo gihîştina rêkeftinê bê bihêzkirin û derfet bo dîplomasiyê bê dayîn," herwisa hêvî xwast ku nakokiyên li gel Amerîkayê "di zûtirîn dem de" bi dawî bibin.

Ji aliyekî din ve jî li roja Çarşemê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di gotarekê de di Konferansa Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de li Tirkiyeyê her yek ji Amerîka û Îsraîlê bi wê yekê tometbar kirin ku di dema êrîşên xwe de bo ser Komara Îslamî zirareke mezin gihandiye jîngehê.

Pizişkiyan herwisa got: "Destdirêjiyên tawanbarî û neyasayî yên vê dawiyê yên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê zirareke mezin gihandiye jîngehê, ev jî bi sedema belavbûna rêjeyeke zêde ya madeyên qirêjker û gazên germker bo nav atmosferê."

herwisa welatên Qeter û Pakistanê bizavên xwe yên dîplomatîk ji bo pêşxistina proseya danûstandinan bi merema bidawîanîna şerî dest pê kirine. Tehran daxwazê ji Waşintonê dike ku razîbûnê li ser komek daxwazan nîşan bide, di nav wan de jî azadkirina sermayeyên blokkirî û rakirina cezayan li beranberî dubare vekirina Tengava Hurmizê.