Bingehê Lalişê rola Serok Barzanî û Pêşmergeyan di azadkirina Şingalê de bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Bilind a Bingehê Lalişê bi helkefta derbazbûna 11 salan di ser rizgarkirina Şengalê re, rola dîrokî ya Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyan di azadkirina wî bajarî de bilind dinirxîne û radigihîne ku hîn jî beşeke zêde ya Êzidiyan di kampan de dinalin û nekarîne vegerin ser mal û halên xwe.

Peyama Bingehê Lalişê

Bingehê Lalişê: Em rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyan ji bo azadkirina Şingalê bilind dinirxînin

 

Bi helkefta derbazbûna 11 salan li ser azadkirina Şingalê li ser destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bi serperiştiya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, Desteya Bilind a Bingehê Lalişê yê rewşenbîrî û civakî beyannameyek belav kir, ev tekista wê ye:

Berî yazdeh salan, û bi rengekê diyarkirî li 13ê Mijdara 2015ê, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serperiştiya rasterast a cenabê Serok Barzanî û bi piştevaniya asmanî ya balafirên hevpeymanan, bajarê Şingalê ji destên çepel ên terorstên DAIŞê bi operasyoneka dîrokî hat azadkirin.

Li 3ê Tebaхa 2014ê, Şingal tûşî êrîşeka hovane ji aliyê terorstên DAIŞê ve bû û hate dagirkerin, ku bû egerê kirina gelek tawan û dirindeyiyan di heqê xelkê sivil ê wê deverê da.

Û piştî salekê ji dagirkerinê, û li 4ê Tebaхa 2015ê, Serok Barzanî soza azadkirina Şingalê da; û piştî 100 rojan ji wê sozê û seet heft ê sibê, operasyona azadkirinê ji çar bereyan ve bi pişkdariya 7500 Pêşmergeyan û bi serkirdaietiya Serok Barzanî, û bi piştevaniya asmanî ya balafirên şerker ên hevpeymanan dest pê kir.

Û li 13ê Mijdara 2015ê, Serok Barzanî ji çiyayê Şingalê mizgîniya azadkirina wî bajarî ji terorstên DAIŞê da, û tekez kir ku ev serkeftin bi destkeftiyekê mezin bo gelê Kurdistanê ji aliyên leşkerî, siyasî û dîrokî ve tê hejmartin bi xêra merdaniya Pêşmergeyên qehereman. Û mêrxasiya Pêşmergeyan dengvedaneka berfireh d dezgehên ragihandina cîhanî da hebû, û azadkirina Şingalê bû dergehek bo azadkirina deverên dî yên derdora wê û paşî senterê parêzgeha Neynawayê.

Em li Bingehê Lalişê rola dîrokî ya Serok Barzanî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemî qeheremanên ku bi xwîna xwe ev dastana qeheremaniyê ya pirî serwerî bo azadkirina Şingalê tomar kirî bilind nnirxinin. Herwesa em spasî û rêzên xwe arasteyî hêzên hevpeymanan dikin, bo rolê wan ê bibiha di piştevanîkirina Pêşmergeyan û şikandina terorstên DAIŞê da.

Ev bîranîn di demekê da ye ku hêşta pareka mezin ji Êzidiyan, û piştî derbazbûna 11 salan di ser azadkirinê re, ji awarebûnê di nav kempan da dinalin, û nikarîne vegerin ser mal û halên xwe ji ber nebûna seqamgiriyê û nebûna xizmetkariyan.

Lewra em daxwazê ji hemî aliyên peywendîdar dikin ku bi lez Şingalê avadan bikin ve û keysa danpidanê bi jenosîdê yekalî bikin û qurbaniyên wê qerebû bikin.

 

Bingehê Lalişê ê Rewşenbîrî û Civakî / Dihok