Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata xwendekar Zîlan Deştî re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peyamekê de sersaxî ji Deştî Omer Osman û malbata wî re xwast û hevxemiya xwe ya zêde ji wan re diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya keça wan Zîlan Deştî ku di dema ahenga derçûna xwe de li Zanîngeha Selahedînê bi sedema nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, Serok Barzanî heriwsa daxwaz ji Xudayê mezin jî kir ku canê wê şa bike û sebir û hedarê bide kesûkarên wê.

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo bavê xwendekara wexerkirî Zîlan Deştî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar Kekê Deştî Omer Osman

Min bi xemeke mezin ve nûçeya wexera dawiyê ya Zîlan Deştî ya cegera we bihîst, ku duhî di nav ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn de bi sedema nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Bi bihîstina wê bûyera diltezîn, ez gelek xemgîn bûm. Ez sersaxiya ji we û malbata we û xwendekarên xweşevî re dixwazim û ez hevparê xema we me. Xudayê mezin sebir û hedarê bide we û canê pak ê keça we Zîlanê bi behişta berfireh şa bike.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon

 

Mesûd Barzanî 

13ê Mijdara 2026ê