Serok Barzanî 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz dike û dibêje: "Cihê helqulîna bîr û hestê neteweyî, rewşenbîrî û ferhengê bûye û dê her bimîne."
Serok Barzanî îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an, li ser hejmara xwe li tora civakî ya "X"ê, peyameke pîrozbahiyê bi boneya 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê belav kir.
Serok Barzanî ragihand: "Di bîranîna 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê de, pîrozbahiyeke germ arasteyî niştecihên birêz û xoşewîst ên wî bajarê dîrokî yê Kurdistanê dikim."
Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir: "Silêmanî ew bajar e ku bûye beşekî girîng ê dîrok, nasname û xebata neteweyî ya gelê Kurdistanê. Ev bajar her dem cihê helqulîna bîr û hestê neteweyî, rewşenbîrî û ferhengê bûye û dê her bimîne."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de nivîsiye: "Hêviya aramî û asûdeyiyeke berdewam ji bo wî bajarê ezîz ê Kurdistanê dixwazim."