Dadgeha Federal “fermana welaî” ya li dijî Parlamentoya Kurdistanê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Newey Niwê ya ji bo derxistina fermana welaî bi armanca rawestandina karûbarên Parlamentoya Kurdistanê red kir.
Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, Dadgeha Federal a Iraqê giliyê her yek ji YNK û Tevgera Newey Niwê yê derbarê çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj kir û bi yekdengî red kir ku fermana welaî ji bo rawestandina pêvajoyê derbixe.
Wan herdu aliyan bi rêya giliyên xwe daxwaz kiribû ku pêvajoya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê bê rawestandin, lê dadgehê bêyî ku ti rêkareke demkî ji bo rawestandina pêvajoyê pesend bike, giliyên wan red kirin.