Guhdar Şêxo: Zaxo li kêleka şoreşa avadaniyê bûye navendeke giring a çand û pirtûkan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ragihand, Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Zaxoyê ji bo tijîkirina valahiya rewşenbîrî û çandî li Behdînan û Zaxoyê hatiye vekirin. Her wiha tekez kir ku îsal ligel weşanxaneyên biyanî, ji her çar parçeyên Kurdistanê nivîskar û weşanxane tê de beşdar in.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di hevpeyvîneke taybet a ligel kanala Kurdistan24ê de li ser Duyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Zaxoyê axivî û diyar kir ku bi beşdariya 104 weşanxaneyan û pêşandana zêdetirî 500 hezar pirtûkên curbicur hatiye vekirin û dê 5 rojan berdewam bike.
Guhdar Şêxo amaje bi wê kir ku yekemîn pêşangeha navdewletî ya pirtûkan sala borî bi beşdariya Serok Barzanî hatibû vekirin û bi vê yekê pêşangehê cihê xwe girtibû. Her wiha da zanîn ku wan plan danîbû her sal vê pêşangehê li dar bixin û got: "Îsal gelek weşanxaneyên biyanî, cîhanî, yên Iraqê û Kurdistanê daxwaza beşdarbûnê kir. Heta cihê me teng bû û gelek weşanxaneyên din jî dixwestin beşdar bibin."
Şêxo tekez kir jî, ji her çar parçeyên Kurdistanê nivîskar, wêjekar û weşanxane di pêşangehê de beşdar in û pêşbînî kir ku îsal hejmara serdanker û beşdarbûyan ji sala borî zêdetir be.
Li ser lidarxistina pêşangehê li Zanîngeha Zaxoyê, Guhdar Şêxo diyar kir ku wan xwastiye pêşangeh di nava cihên xwendekaran de be, da ku tama wê xweştir bibe û xwendekarên Zanîngeha Zaxoyê, Zanîngeha Dihokê, Zanîngeha Newrozê û zanîngehên din, ligel rewşenbîr û nivîskarên Behdînanê sûdê jê wergirin.
Şêxo amaje bi wê yekê kir ku pirtûkên li pêşangehê bi zimanên kurdî (zaravayên kurmancî, badhînî û soranî), erebî, tirkî û îngilîzî ne û hemû warên zanistî û wêjeyî li xwe digirin.
Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkên kaxezî û got: "Cîhana niha ya teknolojiyê em hinekî ji xwendina pirtûkan dûr xistine, lê tama pirtûkê xweştir e."
Herw wiha tekez kir ku armanca wan ew e xelkê ber bi xwendin, zanist û zanînê ve bibin û heta zarok û şagirtên dibistanan jî bînin pêşangehê, da ku heta eger pirtûkan nexwînin jî, vê atmosferê û bêhna pirtûkan hîs bikin û di pêşerojê de heza xwendinê li cem wan çêbibe.
Guhdar Şêxo di beşeke din a axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî ku Zaxo bûye îdareyeke serbixwe û li gorî raspardeyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, "şoreşeke avadaniyê" li Zaxoyê di hemû waran de pêk hatiye û Zaxo di warên paqijî, bedewî, bazirganî, werzîş, wêje, huner û lidarxistina festîval û pêşangehan de li ser asta Kurdistan û Iraqê bûye mînakeke ciwan.
Şêxo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê hewl bidin ciwan û xwendekar zêdetir serdana pêşangehê bikin, da ku zanist û zanyariyê bixin xizmeta gel û welatê xwe û tekez kir ku Zaxo dê roj bi roj xweştir bibe û pêş bikeve.