Çarçoveya Hevahengiyê di navbera Zeydî û Hizbulahê de navbeynkariyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî bi rengekê cidî mijûlî navbeynkariyê ne ji bo çareserkirina qeyrana di navbera hikûmet û Ketîbeyên Hizbulahê de; di demekê de ku Serokwezîr heta 20ê vê mehê destûrî daye wê komê daku ji Curf El-Sexrê vekişin, Çarçoveya Hevahengiyê û parlamenterên Îraqê tekez dikin ku rê li ber ti pevçûneke leşkerî nayê dan û danûstandin berdewam in.
Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedrê Hadî Amirî bi rengekê cidî mijûlî navbeynkariyê ne di navbera Ketîbeyên Hizbulahê û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de, daku heta dawiya vê hefteyê pirsgirêk bên çareserkirin."
Wê çavkaniyê zelal jî kir ku serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê û Merciyeta Bilind bi ti awayî rêyê nadin Zeydî ku penayê bibe ber rûbirûbûna leşkerî û pevçûn çê bibin; herwisa got: "Hêz ber bi Curf El-Sexr, Kerkûk û çend deverên din ve hatine livandin, ev jî ji bo kontrolkirin û serwerbûna qanûnê ye."
Çarçoveya Hevahengiyê her roja Duşemê civîna xwe ya heftiyane dike, lê ev nêzîkî mehekê ye li ser ti pirsekê neciviyaye; ew çavkanî dibêje: "Parek ji serkirdeyan geşt kiriye û nayê zanîn ka civîna vê heftiyê dê bê kirin an na."
Herwisa Parlamenterê Îraqê Ebû Turab Temîmî jî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Danûstandin di navbera hikûmetê û komên çekdar de ligel Ketîbeyên Hizbulahê berdewam in, lê heta niha encamên wan derneketine."
Temîmî tekez li ser wê yekê jî dike ku hêz ber bi devera Curf El-Sexrê ve hatine livandin, lê bi ti awayî pevçûnên leşkerî, rûbirûbûn û şer di navbera koman û hêzên ewlehiyê de rû nadin. Di derheqa çûna hêzên ewlehiyê de jî dibêje: "Hêz ji bo rêkxistinê ne û bizava bicihbûnê didin."
Aloziyên di navbera Hikûmeta Îraqê û Ketîbeyên Hizbulaha Îraqî de her ku diçe tundtir dibin û Zeydî heta 20ê vê mehê destûrî daye Ketîbeyan ku ji devera Curf El-Sexrê vekişin û Hizbulah jî vê yekê red dike.