Mesrûr Barzanî: Gelekî dilxweş im ku dibînim xelkê dilsoz ê Silêmaniyê li dijî dabeşkirina Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2026an, li merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya Movenpick - Gomespanê li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir.
Beşek ji gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
- Projeya Movenpick - Gomespanê projeyeke girîng a geştyarî ye.
- Berî çend salan li vir ne av hebû, ne jî rê bi vî awayê niha bûn.
- Armanca me ji destpêkê ve xizmetkirina xelkê Kurdistanê bûye.
- Me xwastiye xelkê Kurdistanê jiyaneke bextewertir bijî û ji xwezaya xweşik a Kurdistanê çêjê werbigire.
- Spasiya Wezareta Şaredariyê û Desteya Veberhênanê dikim ji bo alîkarîkirina sektora taybet di cîbicîkirina projeyan de.
- Ev cure proje bi rêya sektora taybet tên cîbicîkirin û hikûmet hêsankariyê ji bo wan dike.
- Armanca me ew e ku em bi rêya projeyan sektora geştyariyê pêş bixin.
- Di plana me de ye ku em li her cihekî Kurdistanê projeyên hevşêwe cîbicî bikin.
- Derbarê budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de em ligel hikûmeta Iraqê di peywendiyê de ne.
- Hin alî li dijî hewlên me radiwestin û naxwazin Herêma Kurdistanê bihêz be.
- Berê hin aliyan daxwaza çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dikir, lê niha li dijî çalakkirina wê gilî tomar kirine.
- Em bi hemû şiyanên xwe ligel wê yekê ne ku qewareya Herêma Kurdistanê parastî be.
- Piştî çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, niha rewabûna qewareya Herêma Kurdistanê parastî ye.
- Me bi kiryar selimandiye ku me çiqas xizmeta xelkê Kurdistanê kiriye û rêgirî li cîbicîkirina projeyên me jî hatiye kirin.
- Herêma Kurdistanê nayê dabeşkirin û ez gelekî kêfxweş im ku dibînim xelkê dilsoz û xoşewîst ê Silêmaniyê li dijî vê kampanyayê dengê xwe bilind kiriye.
- Gelek hewl hatine dayîn ku her tişt ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê derxistin, lê hemû hewlên wan têk çûne.
Tê nûkirin..