Li Qamişloyê Mihrîcana Filman a Navdewletî ya Rojava dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, Gera Şeşê ya Mihrîcana Filman a Navdewletî ya Rojava bi tevlîbûna berfireh a sînemakar, derhêner û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê bi rê ve diçe.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, got ku çalakiyên vê mihrîcanê dê 8 rojan berdewam bin û tê de 45 fîlmên cuda di nav de fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm tên nîşandan. Herwisa di çarçoveya nîşandana fîlman de jî, çend komxebat û korsên perwerdeyê yên girêdayî warên derhêneriyê, nivîsandina senaryoyan, ronahiyê û bingehên sînemayê ji bo ciwan û evîndarên hunera heftê bi rê ve diçin.
Di çarçoveya tevlîbûna sînemakarên Başûrê Kurdistanê de li vê mihrîcanê, Berdevkê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê Hesen Arif di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê amaje bi wê yekê kir ku ev tevlîbûna yekê ya fermî ya şanda Festîvala Dihokê li Rojavayê Kurdistanê ye.
Hesen Arif herwisa got: "Pêşwaziyeke gelek germ li şanda me hat kirin; em li gel desteya birêvebir a Mihrîcana Rojava civiyan û me danûstandin li ser lihevguhertina ezmûnan û hevahengiya zêdetir di pêşerojê de kirin, bi taybetî di warê berhemanîna karên hevpar ên sînemayî de di navbera Dihokê û Qamişloyê de."
Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku huner û sînemaya Kurdî her tim wekî pireke peywendiya niştimanî kar dikin û got: "Eger sînorên siyasî di navbera me de hebin, di aliyê çand û hunerê de em yek millet in. Sînemakarên Kurd li kîjan cihî kar bikin, ji bo armancekê têdikoşin.”
Berdevkê Filmefestîvala Dihokê amaje jî da: “Deriyê Filmefestîvala Navdewletî ya Dihokê jî her tim ji bo berhemên derhênerên Rojava û hemî parçeyên din ên Kurdistanê vekirî dimîne."
Mihrîcana Filman a Navdewletî ya Rojava yek ji bûyerên girîng ên çandî ye li deverê, ku tevî astengan û rewşa aloz a Sûriyeyê, bizavê dike ku bi rêya vegêrana çîrokên mirovî pêgeha sînemaya Kurdî li ser asta navdewletî bihêztir bike.