Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Wezîrê Pêşmerge re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl re xwast û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û tê de amaje bi wê yekê daye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl re xwast, ji ber wexera dawiyê ya birayê wî.
Li gorî wê daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe gihand wî û hêvî xwest ku Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wan.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye ku Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan spasî û rêz û hurmetên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.