Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî: Parastina Herêma Kurdistanê berî hemî berjewendiyan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê li ser rewşa niha ya Kurdistanê û dawî pêşhatan peyamek arasteyî partî û aliyên siyasî û cemawerê Kurdistanê kir û daxwaz dike ku ji bo berjewendiyên bilind ên gel û Herêma Kurdistanê, rêya yekrêzî, lihevkirin û aştîxwaziya niştimanî bê bikaranîn.
Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, peyamek belav kir ku tê de hatiye: "Em hemî haydarî wê yekê ne ku Kurdistan di qonaxeke hestiyar de ye; di vê rewşa taybet û tijî alozî û hevkêşeyên siyasî û herêmî de, xwe li ber zêdetir perçebûn, duberekî û hevrikiyan nagire."
Yekîtiya Zanayên Olî tekez li ser wê yekê jî kiriye ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê, berjewendiya niştiman, yekhelwestiya neteweyî û aramiya navmala Kurdan di ser hemî aliyan û her berjewendiyeke din re ne. Amaje bi wê yekê jî daye ku Kurdistan bi deryayek ji xwîn û xebatê gihîştiye vê qonaxê û nabe ji bo berjewendiyên demkî, taybet û partîzanî rastî qeyraneke mezintir û rewşeke nexwestî bê kirin ku li dawiyê hemî kes jê poşman bibin.
Di pareka din a wê peyamê de hatiye ku Kurdistan û dezgehên rewa milkê giştî yê gel in û nabe wekî amûr û kartên hevrikiya siyasî û çêkirina metirsiyê li ser qewareya Herêma Kurdistanê bên bikaranîn. Tekez jî kiriye ku her kesê îradeya xêrê ji bo Kurdan û Kurdistanê nexwaze, yariyan bi çarenivîs, mafên neteweyî û dîroka Kurdan dike.
Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê di peyama xwe de pêdivî zaniye ku hemî alî biçin bin barê berpirsiyariyê, daxwaza ti aliyekî neyê paşguhxistin û rewşa derûnî û debara jiyana welatiyan li ber çavan bê wergirtin.
Di dawiya peyama xwe de jî aniye bîra aliyan ku "neyarên Kurdan pir in û tenê Kurd dikarin dost, piştevan û hêza rastîn a Kurdan bin", lewma daxwaz ji hemiyan kiriye ku rola xwe ya dilsozane bilîzin, daku berhemê xebat û qurbaniyên dîrokî ji nav neçe û Kurdistan û destkeftiyên wê wekî bîbika çavan bên parastin.