Rewangeha Kesk a Iraqê: Ziyanên sektora çandiniyê ji yek milyar dolarî derbas bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Kesk a Iraqê ragihand, ji ber hişkesalî, pêlên germayê û kêmaviyê, sektora çandiniya Iraqê zêdetirî yek milyar dolarî ziyan dîtiye û tekez kir ku vê rewşê bandoreke rasterast li ser ewlehiya xurekê û aboriya welêt kiriye.

Rewangeha Kesk a Iraqê îro 18ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Iraq di salên borî de bi qasî yek milyar û 100 milyon dolaran rastî ziyanên çandiniyê hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, kêmavî sedemeke sereke bûye û wiha kiriye ku nêzîkî nîvê erdên çandiniyê yên Iraqê di werzên hestiyar de ji kar bên xistin, hevdem salane bi sed hezaran donim erdên guncav ên ji bo çandiniyê ji dest diçin.

Di rapora rewangehê de hatiye diyarkirin ku li gorî amarên fermî û navdewletî, biyabanbûn gefê li rêjeyeke berfireh a erdên çandiniyê dixwe, ku ev yek encama kêmbûna rûberê keskahiyê û kêmbûna rêjeya baranbarînê ye. Herwiha niştecihên gundan û ajeldaran ziyanên mezin dîtine û neçar mane hejmareke mezin ji ajelên xwe bifiroşin, an jî ji ber tînîtî, birçîbûn û şorbûna avê ajelên xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, daketina asta ava çeman bûye sedem ku ava şor derbasî nav erdan bibe û cotkar neçar bibin pişta xwe bi bîrên ava binerd ve girê bidin ku rêjeya şorbûna wan pir bilind e. Vê rewşê şiyana berhemdariyê ya axa deştan bo asteke nizm daxistiye.

Rewangeha Kesk a Iraqê ragihandiye jî, van qeyranan ewlehiya xurekê xistiye metirsiyê û Iraq neçar kiriye ku di çendîn werzan de planên çandiniyê kêm bike. Ev yek jî bûye sedem ku zêdetir pişt bi hawirdekirina xurekê bê girêdan û fişareke mezin li ser aboriya niştimanî dirust bibe.