Hatîmogullari: Pêvajo li ser xeteke pir tenik e, divê MGK bilez biryarê bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û bal kişand ser wê yekê ku pêvajo “li ser xeteke pir tenik e”. Hatîmogullari tekez kir ku ji bo derbasbûna qonaxa nû divê Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bilez biryarê bide.

Tulay Hatîmogullari ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku yasaya çarçoveyê derketiye lê nayê cîbicîkirin û wiha got: “Niha em di qonaxeke wiha de ne. Divê yasaya çarçoveyê bikeve jiyanê, da ku em êdî bikarin bi zelalî bibêjin qonaxeke nû dest pê kiriye. Em dikarin niha wekî qonaxeke derbasbûnê pênase bikin. Ango em di qonaxeke derbasbûnê ya ji qonaxa yekem ber bi qonaxa duyem ve ne. Lê ji bo ku ev qonaxa derbasbûnê, ango qonaxa derbasbûnê ya di qonaxa duyem de temam bibe, tişta ku divê bê kirin ew e ku yasaya çarçoveyê bikeve jiyanê. Ev yek jî bi biryara MGKê ve hatiye girêdan. Pêvajo çiqas bi lez bi pêş ve biçe ewqas baş e. Divê MGK bi lezgînî vê biryarê bide.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê herî dawî di 13ê Îlonê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Hatîmogullari li ser pirsa “Gelo hevdîtineke nû çêbû?” got: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji wê dîroka ku we behs kir ve heta niha hîn neçûye giravê. Lê bi egereke mezin di navbera mekanîzmayên rêxistin û dewletê de hevdîtinên berdewam hene û ew didomin.”

Her wiha got: “Ji Tirkiyeyê, Ewropayê, Amerîkaya Latîn, Rojhilata Navîn, Afrîkayê, bi kurtasî ji çar aliyên cîhanê gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û hiqûqnas; herwiha pêkhateyên me, gelek partiyên sosyalîst û beşên civakê dixwazin biçin giravê. Rojnamegeran bi gotina ‘ez jî dixwazim biçim’ twît avêtin. Kesên ku serlêdan kirine hene. Lê hêj rê li ber van çûnan nehatiye vekirin.”

Tulay Hatîmogullari herwiha gotinên Tuncer Bakirhan ên “trafîkeke cidî ya hevdîtinan heye” jî zelal kirin û got: “Ew tevgera trafîkê, trafîkeke di navbera dewlet û Îmraliyê de ye. Ew trafîkeke li derveyî DEM Partiyê ye. Lê wekî DEM Partî, wekî ku min got, şandeya me hîn neçûye.”