Ebûdî: Bi fermana Serokwezîrê Îraqê hêzên Curf Sexrê tê guhertin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku ew binpêkariyên li devera Curf Sexrê li ser boriya petrolê hatine kirin dê ji dadgehê re bên şandin û rêkarên qanûnî li hember wan bên bicihanîn; tekez li ser wê yekê jî kir ku li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar cihê hêzên wê deverê dê bê guhertin.
Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê Qasim Ebûdî îro Çarşem, 18ê Mijdara 2026ê, amaje bi wê yekê da ku lijneyê pêdaçûn di wan bûyeran de kiriye yên ku li devera Curf Sexrê rû dane û tekez jî kir ku ji niha û pê ve Polîsên Enerjiyê dê boriya petrolê li wê deverê biparêzin.
Qasim Ebûdî eşkere jî kir ku ew pirsên girêdayî ewlehî û aramiya Îraqê li pêşî hemî tiştan in û ji bo wê yekê jî, pêngavên veguhastina dosyaya ewlehiyê bo Wezareta Navxwe û piştevaniya kontrolkirina çekan di destê dewletê de tên bicihanîn.
Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê tekez jî kir ku ev biryar ji bo parastina samanê niştimanî û sepandina desthilatê û aramiya hikûmetê ne û di berjewendiya hemî Îraqiyan de ne.
Derketina aloziyên van demên dawiyê yên "Curf Sexr"ê bertekeke rasterast bû li ser biryara 14ê Mijdara 2026ê ya Serokwezîrê Îraqê ji bo dûrxistina neh berpirsên bilind ên ewlehiyê û kerta petrolê.
Ev guhertinên ku Rêveberê Polîsên Babilê, Fermandarê Heşda Şeibî li wê parêzgehê, Fermandarê Lîwaya Şeşê ya Polîsên Enerjiyê û Rêveberê Kompaniya Boriyên Petrolê vegirtin, piştî wê yekê hatin ku lêkolîn hebûna parzinîngeheke neqanûnî û destdirêjîkirina li ser sê tayên boriya stratejîk a Besra - Hedîseyê li wî sînorî eşkere kirin.
Devera Curf Sexrê ku nêzîkî 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê Bexdayê ye, di Cotmeha 2014ê de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Tevî derbazbûna nêzîkî 12 salan di ser kontrolkirina wê deverê re, hêj xelkê wê yê resen di koçberiyê de dijî û desthilata temam a deverê jî di destê komên çekdar de maye.