Welatiyên Qamişloyê li dijî hewldanên parçekirina Herêma Kurdistanê banga yekîtiyê dikin

Qamişlo (K24) – Welatiyên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê derbarê hewldanên parçekirina Herêma Kurdistanê de dilgiraniya xwe tînin ziman û tekez dikin ku parçekirina Herêmê dê Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê lawaz bike.

Xelkê Qamişloyê helwesta xwe ji Kurdistan24ê re diyar kirin ku Herêma Kurdistanê her dem alîgir û piştevana Rojavayê Kurdistanê bûye û eger Başûrê Kurdistanê bihêz be, Rojava jî dê bihêz be. Welatiyan bang li hemû aliyên siyasî kirin ku li ser maseya guftûgoyê bicivin û hemû kêşeyan çareser bikin.

Welatiyê bi navê Çeleng Mele Ehmed, avakirina herêmeke din di nava Herêma Kurdistanê de wekî karekî şaş bi nav kir û got: “Ev yek xizmeta dijminan dike, ne xizmeta Kurdan. Divê serokên partiyên Kurdan li hev rûnin, bicivin û bigihin formûl û rêkeftineke baş, ne parçekirinê; bibin yek hikûmet, yek dest û yek herêm da ku xizmeta dijmin nekin.”

Welatiyekî din ê Qamişloyê bi navê Îdrîs Badînî jî bal kişand ser girêdana di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ti carî kêmasiya xwe li hemberî Rojava nekiriye. Badînî wiha axivî: “Em bi hev re radibin û bi hev re dikevin; her çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Wekî xelkê Rojavayê Kurdistanê em dixwazin piştevaniya hev bikin û tim bi hev re bin. Yekîtî, tifaq û yekdestiya wan bandoreke mezin li ser me jî dike; dema em bi ser bikevin, her çar parçe jî dê bi ser bikevin.”

Samî Îsa jî hewldanên parçekirina Herêma Kurdistanê wekî şaşiyeke mezin nirxand û amaje bi wê kir ku avakirina herêmeke destûrî xewna sedê salan a Kurdan bûye. Îsa got: “Ji bo partiyekê yan duduyan ev xewna me gişt biçe, tiştekî gelekî şaş e. Em hêvî dikin ku alî li xwe vegerin, ji ber ku em bi Herêma Kurdistanê xurt dibin. Dijmin dixwaze îro em bikevin û naxwaze herêma me hebe; em hêvî dikin hemû bibin yek dest û rojên xweştir bên.”

Welatî Mihemed Ehmed jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pişta Kurdên Bakur, Rojava û Rojhilat e û got: “Parçekirina vê herêmê bo du yan sê parçeyan ji bo mafê Kurdan tiştekî gelekî nexweş e. Em hêvî dikin ku partî bi hev re civînekê çêbikin, li hev rûnin û doza Kurdî bikin armanca xwe.”