Husên Pîro: Lawik awazeke azad e û bi rêya wê dîrok û ziman hatine parastin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lawik yek ji şêwazên herî resen û kevnar ên muzîka Kurdî ye ku dîroka wê vedigere serdemên dêrîn; dema ku mirovê Kurd xem û şahiyên xwe bi rêya deng û awazê anîne ziman.

Di belgefîlmeke Kurdistan24ê de ku taybet li ser vê hunera resen hatiye amadekirin, muzîkjen Husên Pîro behsa taybetmendî, pêkhateya muzîkî û girîngiya dîrokî ya lawikê di çanda Kurdî de dike.

Muzîkjen Husên Pîro diyar dike ku lawik formekî resen ê strana Kurdî ye ku xwedî awazeke ciwan û rîtmeke azad e. Derbarê nivîsandina lawikê bi notaya muzîkê de jî Pîro amaje bi wê yekê dike ku nêrînên cuda hene; beşek ji çavkaniyan dibêjin dikare bi notaya muzîkê were nivîsandin û beşek jî dibêjin bi vî awayî nayê nivîsandin, ji ber ku eger du dengbêj heman lawikî bibêjin, nikarin bi heman rengî û şêwazî bibêjin.

Li ser meqamên lawikê jî Husên Pîro destnîşan dike ku lawik li ser meqamên Beyat, Hîcaz û Sebayê tê gotin, lê di meqamê Beyatê de gelekî dewlemend e û tê de şêwazên yekdengî, sêdengî, çardengî û pêncdengî hene.

Husên Pîro tekez dike ku lawikê gelek reng di xwe de civandine û xizmeteke mezin ji bo dîrok û zimanê Kurdî kiriye. Her wiha da zanîn ku ev şêwazê stranbêjiyê hem ji bo mijarên evînî û dildariyê, hem jî ji bo babetên şer û qehremaniyê gelekî hatiye bikaranîn û heta cografyaya Kurdan jî bi rêya lawikê hatiye parastin.

Muzîkjenê Kurd bal kişand ser wê yekê ku lawik li Zaxoyê gelekî dewlemend e û xwedî taybetmendiyeke cihê ye, lê di heman demê de tekez kir ku ew samaneke hevbeş a hemû Kurdan e û got: “Em weke Kurd gelekî şanaziyê pê dikin; lawik her ya Kurdan e û li her derê ji aliyê Kurdan ve tê gotin.”