Serok Barzanî: Pirsgirêkên Kurdistan û Iraqê di çarçoveya destûrê de dikarin werin çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê (21ê Mijdara 2026an), pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê hat kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku di civînê de ronahî hatiye xistin ser peywendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û hat gotin: “Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pirsgirêk û arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ya Federal de di çarçoveya destûrê de dikarin werin çareserkirin û pêwîst e destûr pîvan û bingeha sereke be ji bo derbaskirin û nehîştina nakokiyên di navbera her du aliyan de.”