Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz tekezî li çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir û di hevdîtinê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hat kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Şemiyê, 21ê Mijdara 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêmê bi awayekî dadperwerane gotûbêj hat kirin.