Îşev demjimêr 9:30; hevpeyvîna Mesrûr Barzanî tê weşandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îşev demjimêr 9:30 hevpeyvîneke taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel kenala Şemsê tê weşandin û hevdem ji Kurdistan24ê jî tê veguhastin, ku tê de bi vekirî ronahiyê dixe ser girîngtirîn pirsên siyasî, ewlehî û aborî yên navxweya Herêmê, Iraqê û navçeyê.
Diyartirîn mijarên sereke yên hevpeyvînê:
Rewşa navxweyî ya Herêmê: Redkirina her hewlekê ji bo dabeşkirina Kurdistanê, sedema ji nû ve karakirina parlamentoyê, bidawîanîna hevkêşeya 50 bi 50, danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû û dupatkirina redkirina şerê navxwe.
Bexda û federalîzm: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêwîstiya rêzgirtina li destûr û sîstema federal, bendewariyên ji hikûmeta Elî Zeydî û pirsa çekên derveyî yasayê.
Asayîş û rewşa navçeyê: Pêdagiriya li ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê û bikarneanîna axa wê li dijî cîranan, aşkerekirina pêkanîna zêdetirî hezar û 50 êrîşên mûşekî û dronî yên li ser Herêmê, peywendiya li gel Îranê û helwesta li ser mafên Kurdan li Sûriyeyê.
Avedanî û aborî: Çawaniya pêşxistina jêrxanê û kişandina veberhêneran tevî birîna budceyê, rola kertê taybet û peyama Serokê Hikûmetê ji bo xelkê Kurdistanê.