Hevpeyvîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kenala Şemsê re

Navenda Nûçeyan - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne: Ji nû ve çalakkirina parlamentoyê ji bo parastina rewatiya saziyan bûye ne li dijî ti aliyekî, hevdem tekez dike ku dabeşkirina 50 bi 50 derbirînê ji cewherê demokrasiyê nake û nabe qet şerê navxwe li Kurdistanê hebe; derbarê Bexdayê de jî tekez dike ku çareseriya pirsgirêkan bi rêzgirtina li destûr û federaliyê dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 21ê Mijdara 2026an, di hevpeyvîneke taybet de li gel kenala (Şems), helwesta xwe derbarê rewşa navxweyî ya Herêmê, ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, peywendiyên li gel Bexdayê û Serokwezîrê nû yê Iraqê, êrîşên li ser Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û proseya avedankirina Herêma Kurdistanê xiste rû.

Pêşketina Kurdistanê û redkirina dabeşkirinê

Di destpêka axaftinên xwe de û derbarê pêşketinên Herêmê û gotegotên dabeşkirina Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî ragihand: Ew pêşketina ku li Kurdistanê tê dîtin, berhema xebata çendîn sal û dehsalên gelê me ye û vedigere bo Pêşmergeyan, kesûkarên şehîdan û hemû wan kesên ku di wan salan de canê xwe gorî kir ji bo pêkanîna tiştê ku îro tê dîtin.

Her wiha amaje bi wê yekê da, "Ez her tim xwe wekî beşek ji vê civakê û beşek ji vê axê dizanim, rehê me di vê axê de kûr e; lewma her çi ku em dikin, bi hemû dilê min, bi piştgiriya tîma min û bi têgihiştina xelkê jî dikin."

Serokê Hikûmetê tekez kir ku ligel vê pêşketinê, girîngtirîn tişt ew e ku gelê me ji biha û pêgeha xwe têbigihîje û mafên wan wekî neteweyekê û tiştê ku ew şayesteyî wê ne, bêne bîranîn. Her wiha destnîşan kir ku ew gelekî dilxweş e bi tiştê ku hatiye bidestxistin, lê girîngtirîn xal niha ew e ku çawa bikaribin destkeftiyan biparêzin.


Derbarê geşedanên dabeşkirina Kurdistanê de jî got: Bêguman bi ser nakeve, ji ber ku kesî ne maf û ne jî desthilata wî ya dabeşkirina Kurdistanê heye. Kurdistan berhema şehîdên me ye, ya Pêşmergeyên me, gelê me û xweragiriya gelê me ye; me ji bo van destkeftiyan mandîbûneke mezin dîtiye û kes nikare Kurdistanê li gorî arezûya xwe yan ajendayeke biguman dabeş bike.

Ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, parastina demokrasiyê û bidawîhatina hevkêşeya 50 bi 50

Derbarê hebûna danûstandinan li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û sedema ji nû ve çalakkirina parlamentoyê de, Mesrûr Barzanî got: Her tim hêvî heye û wan qet ti deriyek negirtiye û tiştê ku wan kiriye qet li dijî kesî nebûye, lê di wê baweriyê de ye ku karvedana YNKê zêde lojîkî nebûye.

Her wiha diyar kir, du sal bûn ku hilbijartin li Herêma Kurdistanê hatibû kirin û parlamentoyê nedikarî bicive ji ber nakokiyên li ser postan û pêkanîna hikûmetê, heta gihîşt wê astê ku neyarên wan gilî birin Dadgeha Federal da ku parlamento û hikûmet werin hilweşandin û rewatî bikeve bin pirsiyarê. Di wê qonaxê de du bijarde li pêşiya wan bûn; yan parastina rewatiya saziyên xwe yan rûbirûbûna encamên karvedanên nalojîkî yên neyaran. Wekî berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî li hember hemû wan kesên ku baweriya wan bi Herêma Kurdistanê û mafên wê heye û li hember dengderan ku dengê xwe dane parlamenteran, wan gav avêt bo ji nû ve karakirina parlamentoyê ku li dijî ti kesekî din nebû.

Her wiha got: Ew karvedana ku me dît zêdegavî bû di nêrîna hin kesan de li ser wê yekê ku kar çawa bin. Rewatiya Herêma me û saziyên me girêdayî proseya demokrasiyê ye û li ser pîvan û nêrîna tenê kesekî nehatiye damezrandin. Tiştê ku me kir ji bo parastina saziyan û piştrastbûna ji parastina rewatiya Kurdistanê bû; mebesta me afirandina keşekî ye da ku parlamento careke din kar bike û paşê danûstandin li ser pêkanîna hikûmetê ji nû ve dest pê bike û deriyên me vekirî ne ji bo her kesê ku baweriya wî bi proseya demokrasiyê û pêşeroja Kurdistanê hebe.

Tê nûkirin..