Li Îlamê yekemîn pêşangeha berhemên destî û çandinê ya gundiyan hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di nava bêhna biharatên xwemalî û tama hingivê zozanên Îlamê de, berhemên destî û keda 150 berhemînerên kerta taybet û gundiyan di pêşangehekê de hatine komkirin. Ev yekemîn pêşangeha "Rûsta Abad"yê ye, ku li Parka Daristanî ya Çoxasewzê ya Îlamê birêve diçe û li gorî gotina berpirsên wê parêzgehê, Îlam piştî Tehranê parêzgeha duyê ya Îranê ye ku mêvandariya wê dike.
Ehmed Muradzade yê xwedîkar di vî warî de ragihand: “Em spasiya xelkê parêzgeha Îlamê dikin, ku di vê pêşangehê de amade bûn. Berhemên karê destî yên guniyan, hingiv, berhemên çermî, birinc û cûnên cuda yên berhemên giyayî ku bi awayekî xwemalî û bi dest hatine amadekirin; tevî van jî, Rêxistina Karûbarên Eşîran û Cîhada çandinê, mirîşk, goşt û şekir bi awayekî dewletî berçav dikin û ji bo tevahiya pêşangehê û nirxan daşkandineka taybet hatiye kirin.”
Di vê pêşangehê de jî, bi rêjeya %40 xwarin û berhemên çandinê, %30 karê destî û %30 cilûberg hatine berçavkirin û kelûpel bi nêzîkî %20, kêmtir ji nirxê bazarê tên firotin. Hejmareka xwedîkaran bi hêviya wergirtina qerzan û wergirtina feydeyî ji hêsankariyan hatine pêşangeha, daku karê xwe berfireh bikin.
Nesrîn Xelefî ya xwedîkar jî ragihand: “Ev nêzîkî du salan e ku ez mijûlî vî karî me. Ew keresteyên ez bi kar tînim pile yek in û bêyî madeyên zêdekirî ne. Ji ber ku min hin tişt di vê pêşangehê de dîtibûn, ez hatim min ev stand girtiye; herwisa ji aliyê fermangeha me ve jî feydeyê wê heye, bo nimûne dibe ku ez bixwazim daxwaza qerzekê bikim ji bo ku karê xwe berfirehtir bikim.”
Ev pêşangeh, ku bi hevkariya 20 fermangehên cuda cuda hatiye rêkxistin, armanca wê ya serekî piştevaniya darayî ya xwedîkaran û çêkirina baweriya bi xwe ye ji bo pêşxistina berhemên navxweyî. Hevdem kar ji bo wê yekê jî hatiye kirin ku welatî karibin bi qist kelûpelan bikirin. Ji bilî wê jî, plan heye ku bi rêya bazarên serxet (online) û dikanên herdemî derfeta firotina berdewam ji bo berhemîneran bê peydakirin.