Mustefa Ozçelîk: HEVBENDÎ li Bakurê Kurdistanê hêviyên gel geş dike, lê xwedî derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di daxuyaniyekê de, bang li siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û raya giştî ya welatperwer kir ku dawî li nîqaş û tohmetên ku zirarê didin tifaqa neteweyî bînin û piştgiriyê bidin Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ).

Mustefa Ozçelîk îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an) di banga xwe de diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê tevî gelek hewldanan jî pêkneanîna tifaqa siyasî wekî "birîneke kûr" bûye û ji bo dermankirina wê birînê, di encama xebateke zehmet de di konferansa 7ê Mijdara 2026an a li Diyarbekirê de HEVBENDÎ hatiye avakirin û di 9ê Mijdarê de ji raya giştî re hatiye ragihandin.

Serokê Giştî yê PWKê da zanîn ku piştî îlankirina HEVBENDÎyê, li Kurdistan, Tirkiye û dîasporayê kelecaneke mezin û piştgiriyeke xurt derketiye holê, lê belê hevbendî rastî êrîşên "derdorên nijadperest, faşîst û şoven ên li Tirkiyeyê" û operasyoneke polîsan hatiye. Ozçelîk destnîşan kir ku bertekên mezin û xwedîlêderketina xelkê bûye sedem ku piştgiriya ji bo HEVBENDÎyê qat bi qat zêde bibe û endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên ku hatibûn binçavkirin li dozgeriyê bên berdan.

Banga Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Banga ji bo sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û raya giştî ya welatperwer

Li Bakurê Kurdistanê, teva gelek hewildanan jî heta îro pêkneanîna tifaqa siyasî weke birînek kûr li pêşberî me disekine.

Ji bo kewandin û pêçandina vê birîna kûr û xedar, di encama xebateke zehmet de, di konferansa li Amedê ya di roja 07.11.2026an hate li dar xistin de, Hevbendîya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) hate avakirin. 

HEVBENDÎ, di 09.11.2026an de ji raya giştî re hate îlankirin. Piştî HEVBENDÎ di raya giştî de hate îlankirin, di raya giştî ya kurdên welatperwer yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û dîasporayê de kelecanek mezin û piştgirîyek xurt dît. 

Lê belê, HEVBENDÎ rastî êrîşên mezin ên derdorên nijadperest, faşîst û şoven ên li Tirkîyeyê hat.

Piştî wê jî operasyek polîsan li dijî HEVBENDÎyê dest pê kir. 

Ev operasyon, li Kurdistanê, Tirkiyeyê û dîasporayê bû sedema bertekên mezin; herweha piştgirî û xwedîlêderketina ji bo HEVBENDÎyê jî qat bi qat zêde bû. Bi bandora vê xwedîlêderketinê jî, endamên Meclîsa HEVBENDÎyê yên ku hatibûn binçavkirin, li dozgerîyê hatin berdan.

Li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû kêmasiyên xwe jî di demekê de ku ji bo hûnandina pêwîstîya yekîtîya miletê me ya gav bi gav, atmosfereke wiha erênî ava bûye, em şahidî li hin gotûbêj û nîqaşên ku me xemgîn dikin dibin. Em di vê bawerîyê de ne, ev gotûbêjên weha ji feydê bêtir, dê zirarê bidin tifaq û hişmendîya neteweyî.

Dîyare ku hinek alî ji rola girîng ya ku HEVBENDÎ dikare di doza azadîya welatê me de bilihîze ditirsin, aciz dibin. Acizbûna hêzên serdest, derdorên nijadperest, faşîst, şoven û derdorên bi têgihiştineke entegrasyonîst tevdigerin û rastiya Kurdistanê tune bihesibînin, heta radeyekê mirov dikare ‘’fêhm bike’’.

Lê belê, gotûbêj û nîqaşên di nav derdor û kadroyên welatperwer de ku dê zirarê bide HEVBENDÎyê, zirarê bide hesret û hestên yekîtîyê ya miletê me, em rast nabînin, nayên qebûl kirin.

Meclîsa HEVBENDÎyê dê di roja 28.11.2026an de li Dîyarbekirê civîna xwe li dar bixe.

Di vê civînê de, li gorî biryarên ku di konferansa roja 07.11.2026an û civîna Meclîsa HEVBENDÎyê ya roja 09.11.2026an ya li Diyarbekirê de hatine girtin, dê şiklê dawî yê bername û hiqûqa navxweyî ya HEVBENDÎyê bê dayîn û bernameya xebatê bê dîyarkirin. 

Daxwaz û temenîya me ew e ku bi temamî dawî li van gengeşîyên bê wate û bê encam û di ser de jî zerarê dide, bê anîn. Ez bang li sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, kurdistanî û raya giştî ya welatperwer dikim ku dawî li gotin, tohmet, helwest û nêzîkatîyên ku têkilî û dostanîya di navbera hêzên welatperwer de biêşînin û bibin sedema dijminatiyê bînin.

Ez bangî hemû pêkhateyên HEVBENDÎyê jî dikim ku xwe ji daxuyanî û helwestên dê zirarê bidin bernameya HEVBENDÎyê, hiqûqa wê ya navxweyî û demokrasîya navxweyî dûr bigrin.

Em weke PWKyê dixwazin bi gelê xwe re parve bikin ku em ê li gorî hesasîyetên di vê bangê de hatine zimên tevbigerin.

HEVBENDÎ gaveke mitewazî ya tifaqê ye kû li Bakurê Kurdistanê ji nû ve hêvîyên gelê me geş dike. Ez bang li sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, kurdistanî û raya giştî ya welatperwer dikim ku li HEVBENDÎyê xwedî derkevin, piştgirîya wê bikin, wê geş û xurt bikin.