Bav û kurek gund bi gund digerin û zarokan fêrî kurdî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bav û kurek bi rêya otomobîleke tije pirtûk, zarok û nûciwanên 12 gundên herêmên Ciwanro û Hewramanê yên Rojhilatê Kurdistanê fêrî zanist û xwendinê dikin.
Di çarçoveya projeyeke çandî û perwerdeyî de, Berpirsê Pirtûkxaneya Gerok a Ciwanroyê Şehab Mihemedî û mamosteyê xanenişînkirî Hisên Mihemedî, wekî bav û kurekî, bi otomobîleke tije pirtûk gund bi gund digerin. Ew helbest, çîrok û waneyan bi her du zimanên kurdî û farisî didin zarok û nûciwanên nêzîkî 12 gundên sînorê Ciwanro û Hewramanê.
Vê destpêşxeriyê kiriye ku dûriya ji bajêr û nebûna pêdiviyan nebin asteng li pêşiya fêrbûn û xwendina zarokên herêmê.
Şehab Mihemedî derbarê armanca projeyê de ragihand: "Armanca me ew e ku em zarokan hişyar bikin. Zarok li gundan xwedî pêdiviyên sereke nînin; em pirtûkan ji wan re dibin û ew wan dixwînin, vê yekê jî bandoreke mezin kiriye."
Mihemedî herwiha amaje bi wê yekê kir ku di hemû waran de pirtûkên wan hene û çavkaniyên wan bêtir ji bo beşa zarok û nûciwanan in. Wî da zanîn ku nêzîkî 3,800 pirtûk li ber destê wan in û zarok ji bo xwendina çîrok û helbestan tên cem wan.
Li aliyê din, mamosteyê xanenişînkirî Hisên Mihemedî çalakî û wanegotina xwe tenê bi çavkaniyên derve re sînordar nekiriye, belkî wî bi xwe jî zêdetirî 18 pirtûk bi zimanê kurdî ji bo zarok û mezinan çap kirine.
Hisên Mihemedî diyar kir: "Tevî wanegotinê, min çend pirtûk jî ji bo zarokan çap kirine. Min ev pirtûkên helbestan ji bo zarokan nivîsîne da ku zimanê xwe yê kurdî ji bîr nekin; herwiha min çîrok jî bi zimanê Kurdî ji bo wan nivîsîne, bi awayekî ku dema min bi xwe li dibistanê ji wan re dixwendin, gelekî kêfa wan jê re dihat û pê ve dihatin girêdan."
Ligel vê yekê, ev pirtûkxaneya gerok ne bê kêmasî ye û wekî her projeyeke din pêdiviya wê bi piştgiriya darayî heye; bi taybetî başkirina rûxsar û rewşa otomobîla wan pêdiviya wan a sereke ye.
Welatiyekî herêmê jî li ser vê projeyê got: "Kêmasiyeke vê pirtûkxaneyê heye, bi taybetî di şêweyê otomobîla wê de; eger otomobîl xwedî şêweyekî xweşiktir bûya, xelkê dê pêşwaziyeke baştir lê bikira, ji ber ku pêdiviya xelkê me bi alîkarî û xwendewariya baştir heye."
Li gorî gotina serperiştiyarên pirtûkxaneyê, zarokên herêmê xwedî behre û hişyariyeke baş in û xwestekeke wan a mezin ji bo fêrbûn û xwendina pirtûkan heye; ev yek jî bûye hander ku ew bêtir ber bi çapkirina pirtûkên din ên Kurdî ve gavan bavêjin.
Ev hewldan di demekê de ne ku di çend rojên borî de, hevdem ligel Hefteya Pirtûkan li Îranê, çalakiyên çandî li bajêr zêde bûne. Di vê çarçoveyê de Navenda Çandî û Hunerî ya Zarok û Nûciwanan a Ciwanroyê bi beşdariya xwendekaran çalakiya guhertina 2,000 pirtûkan lidar xist û li parêzgeha Kirmaşanê jî nêzîkî 250 bernameyên çandî ji bo vê hefteyê hatin ragihandin.