Beqayî: Bi pabendbûna Amerîkayê Tengava Hurmizê dê bê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an) ragihand, welatê wî di cîbicîkirina pabendiyan û parastina mafên xwe de cidî ye û eger aliyê beramber mercên têkildar li ber çavan bigire, Tehran dê di dema herî kurt de pabendiyên xwe bi cih bîne.
Beqayî diyar kir ku Îran li ser pabendbûna bi sozên xwe rijd e û tekez kir ku pabendbûna hevdem a bi soz û mercan re, nîşana cidîbûna Tehranê ya di parastina mafên xwe de ye. Herwiha got: "Eger Amerîka pabendiyên xwe bi cih bîne, ewlehî dê di dema herî kurt de vegere Tengava Hurmizê û navçeyê."
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku Tehran bi haydariyeke temam li ser daxwaz û mafên gelê xwe di vê rêyê de paşve gavê navêje û aloziyên mijarê jî li ber çavan digire. Beqayî eşkere kir ku mercên hatine pêşkêşkirin ne daxwazên neasayî yan pêşmercên nû ne, belkî beşeke jêneger in ji mafên gelê Îranê; di nav wan de rakirina sizayên ku wî wekî "neyasayî" bi nav kirin û bidawîanîna dorpeça deryayî jî hene, ku li gorî gotina wî di lihevtêgihiştina 18ê Hezîranê ya li Îslamabadê de ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pesendkirin.
Derbarê guhertinên li Qefqasyayê de, Beqayî ragihand ku ev mijar ne tenê di çarçoveya Wezareta Derve de ye, belkî pirseke serweriyê ye; hemû beşên pêwendîdar bi hûrgilî çavdêriya wê dikin û di dema pêwîst de dê rêkarên guncav bigirin ber.
Wî berpirsê Îranî herwiha anî ziman ku helwesta bingehîn a Tehranê ya di piştgirîkirina pêşxistina têkiliyên aborî û vekirina rêgehên çûnûhatinê yên li Başûrê Qefqasyayê de neguheriye. Herwiha da zanîn ku Îran û Ermenistan girîngiya têkiliyên xwe yên kevnar dizanin, ku koka wan di hezaran salên danûstandin û pêkvejiyana her du gelan de heye.
Li ser rewşa Libnanê jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Libnanê ne mijareke piralî ye û li gorî gotina wî, tenê "dagirkeriya Îsraîlê, êrîşên rojane yên wî welatî û binpêkirina berdewam a ewlehî û serweriya Libnanê" ye.