Ocalan: Tevlîbûna Kurdan li komarê dikare li ser zemîneke demokratîk a ewle pêk bê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, Ocalan diyar kiriye tevlîbûna Kurdan a li komarê dikare li ser bingeheke demokratîk a ewle pêk were.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Ozgur Faik Erol duh Yekşemê (22ê Mijdara 2026an) li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Şandeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, Ocalan di nav girtîgehê de derbasî cihê nû yê hatiye avakirin bûye û ev yek ji bo şert û mercên jiyan û xebatê wekî "geşedaneke baş" nirxand. Herwiha hat destnîşankirin ku niha pêwîst e derfetên ragihandinê bên vekirin da ku Ocalan bikare xebata xwe ya du salan a li ser "hevpariya dîrokî û aştiya Tirk û Kurdan" bi xwe ji çapemenî û raya giştî re ragihîne.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di qonaxa niha ya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de lijneyên di çarçoveya qanûna çarçove de dest bi kar bikin û zemînê hiqûqî bê avakirin. Şandeyê ragihand ku Ocalan wekî "Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê" biryardar e xebatên xwe kûrtir bike û bidomîne.
Li gorî daxuyaniya Şandeya Îmraliyê, Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ragihandiye ku ew li ber qonaxeke xurt a pratîkî ne ku dê di dîroka komarê de bibe xaleke guherîna mezin. Ocalan tekez kiriye ku divê li Tirkiyeyê siyaset di navbera zext, provokasyon û bertekan de asê nemîne û hişyarî daye ku xitimandina qada siyasî dikare rê li ber hêzên derveyî demokrasiyê veke da ku dîsa bikevin tevgerê û di serî de Kurd, hêzên aştî û demokrasiyê bikin armanc.
Di daxuyaniyê de hat veguhastin ku Ocalan rêya herî bibandor a li dijî "planên xirabker", xurtkirina pêvajoyê bi hiqûqa demokratîk û siyaseta azad nîşan daye û gotiye: "Ez pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêkeke demokrasiyê dibînim. Hewldaneke dîrokî ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di berjewendiya hemû komên siyasî û civakî yên li Tirkiyeyê de ye; li dijî kesên nijadperest û darbekar e." Ocalan herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku siyaseta demokratîk li ser bûyer û têkiliyên rojane nayê meşandin û pêwîstiya wê bi bernameyeke birêkûpêk a prensîban heye.
Di beşeke din a nirxandinên hatine parvekirin de, Ocalan diyar kiriye ku dadwerî, hiqûq û demokrasî ne tenê daxwaza Kurdan, belkî daxwaza tevahiya gelê Tirkiyeyê ye û wiha gotiye: "Kurd alîgirên aştî û biratiyê ne û heta dawiyê xwedî li komarê derdikevin. Tevlîbûna Kurdan a nav komarê dikare li ser zemînekî demokratîk ê ewle pêk bê. Komareke wiha dikare bi naskirina hemû nasnameyan hebûna xwe bidomîne."
Ocalan kesên ku komarê teng dikin wekî xwedî mantiqê "bila biçûk be, ya min be" bi nav kirine û destnîşan kiriye ku "Komara Demokratîk Tirkiyeyê mezin dike û dike mînak". Li ser rewşa girtîgehan jî, li gorî daxuyaniyê Ocalan rexne li mirinên di girtîgehan de, "şewitandina înfazan" û sepanên cuda girtine û ew bûyer wekî "provokasyonên li dijî pêvajoyê" yên bêhincet bi nav kirine.
Li gorî şandeyê, Ocalan di dawiya nirxandinên xwe de tekez kiriye ku avakirina civaka demokratîk ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê garantiya paşerojeke azad û wekhev e û gotinên xwe wiha bi dawî kirine: "Bi taybetî bi misogerkirina yasayî ya Kurdan wekî beşeke bingehîn a damezrîner, bi hemû demokratên ku bawer dikin Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe mînak û vê yekê esas digirin re, em Komara Demokratîk armanc digirin."