Mesrûr Barzanî: Ragihandina hikûmeta Iraqê nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersiva pirsên rojnamevanan de, ronahî xist ser pirsa parastina qewareya Herêma Kurdistanê, peywendiyên ligel Bexdayê, projeyasaya budceyê, çavkaniyên xwezayî û Lûtkeya Hewlêrê.
Serokewezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2026an di destpêka daxuyaniyên xwe de daxwaza yekrêziya navxweyî kir û got: "Ez hêvîdar im hemû alî hest bi wê yekê bikin ku mijara parastina qewareya Herêma Kurdistanê û parastina vê ezmûnê ji hemû destkefteke kesî û partîtî mezintir e. Divê her takekesekî Herêma Kurdistanê hest bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî bike. Em amade ne nakokiyên xwe bidin aliyekî û em hemû bibin Pêşmerge ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê."
Derbarê projeyasaya budceya 2021an û daxuyaniya Bexdayê de, Serokwezîr matmayîbûna xwe nîşan da û got: "Em bi wê daxuyaniya ku îro derket matmayî man, ji ber ku ligel naveroka wan gotûbêjên ku berê me ligel desthilata Bexdayê hebûn nagunce. Şandeya wan peyamên cuda gihandibûn me ku araste li ser bingeha destûrê, ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bû. Lewma ev tiştê îro hatiye kirin bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne."
Derbarê civîna sêalî ya çend rojên borî ya taybet bi kêlgeha Kormorê, pêşhatên gaza xwezayî û biryarên Serokwezîrê Iraqê de, Mesrûr Barzanî zelal kir ku di wê civînê de pêşketineke baş hebûye ji bo çawaniya cîbicîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê derbarê çavkaniyên xwezayî de.
Serokê Hikûmetê tekez kir: "Her tiştê ku li derveyî wê çarçoveyê be li cem me ne qebûlkirî ye. Em amade ne hevahengiyê ligel Bexda û kompanyayan bikin, da ku di berjewendiya çavkaniyên xwezayî û berjewendiya xelkê Iraqê de be, lê herdem soz dane û soz nehatine cîbicîkirin."
Derbarê helwesta civaka navdewletî de, Serokwezîr hêviya xwe anî ziman ku civaka navdewletî rêzê li destûrê bigire û bibe zaminê wê, bi wî şêweyê ku deng pê hatiye dayîn, û hevdem piştgiriyê li parastina mafên xelkê Kurdistanê û Iraqa federal bike.
Têkildarî birêveçûna Lûtkeya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê û planên dahatûyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew hêvîdar e sazkirina wê lûtkeyê li Herêma Kurdistanê berdewam be û Herêma Kurdistanê jî herdem aliyekî çalak ê wan korbend û lûtkeyan be.
Derbarê gavên gihiştina bi hevtêgihiştineke di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku mafên Herêma Kurdistanê misoger bike, Mesrûr Barzanî tekez kir ku deriyê gotûbêjê ligel Bexdayê nehatiye girtin û bi baweriya wan her pirsek bi gotûbêjê tê çareserkirin, lê divê gotûbêj bi temamî li ser bingeha destûrê bin, ne li ser bingeha biryarên takekesî û binpêkirina mafên destûrî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dawî li daxuyaniya xwe anî û got: "Em ê li ser gotûbêjê berdewam bin. Bi ti awayî gaveke nedestûrî li cem Herêma Kurdistanê ne pesendkirî ye, lê eger li ser bingeha destûrê be, derî vekirî ye ji bo ku em li ser hemû pirsan bigihîjin rêkeftineke hevbeş."