Hevpeymaniya Mesîhî: Parastina qewareya destûrî ya Herêmê berpirsyariya hemû pêkhateyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Mesîhî piştgiriya xwe ji bo peyama Serok Barzanî û helwesta saziyên Herêma Kurdistanê dubare kir û zimanê gefên leşkerî û rêkarên yekalî red kirin. Herwiha daxwaza yekrêziya navxweyî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalog û destûrê kir.
Hevpeymaniya Mesîhî şeva borî 24ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi nîgeraniyeke mezin pêşhatên dawî û wê gotara ku derbarê têkiliyên navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê de tê bikaranîn, dişopînin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku parastina aştiya civakî, mafên welatiyan û rêzgirtina li destûrê pêwîstî pê heye ku hemû alî bi aqilmendî û berpirsyarî tevbigerin û xwe ji zimanê gefxwarinê û rêkarên yekalî dûr bigirin; ji ber ku ev yek nakokiyan aloztir dike û nîgeraniyê li ser ewlehî û paşeroja welatiyan çêdike.

Hevpeymaniya Mesîhî piştgiriya xwe ji bo helwesta Serok Barzanî ya ku di peyama xwe de derbirîbû, herwiha ji bo helwesta Serokatiya Herêmê, Hikûmeta Herêmê, Parlamentoyê û partiyên siyasî yên resen dubare kir, ku xwe di pabendbûna bi destûr û diyalogê û redkirina destdirêjiya li ser qeware û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de dibîne. Hevpeymaniyê di vê nêzîkbûna helwestan de berpirsyariyeke niştimanî dît ku pêwîst e bibe bingeh ji bo bihêzkirina yekrêziya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate û hêzên xwe yên siyasî ve.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê berhema xebateke demdirêj û qurbanîdaneke mezin e û parastina qewareya destûrî, sazî û mafên wê, berpirsyariyeke hevbeş a hemû welatiyên wê ye ku li ser her partî, netewe û olekê re ye. Ji vê perspektîfê ve, Hevpeymaniya Mesîhî banga yekxistina hewl û helwestan, pêşxistina berjewendiya giştî û çespandina hevbeşiyê di navbera pêkhateyên Herêmê de kir, da ku bi rêya yekgirtin û hevgirtinê berevanî li destkeftiyên niştimanî, demokratîk û destûrî bê kirin.

Hevpeymaniyê bi tundî red kir ku bi zimanekî leşkerî behsa Herêma Kurdistanê bê kirin an jî gefa bikaranîna hêzê ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî, îdarî û aborî bê xwarin. Hat destnîşankirin ku ev ziman bandoreke xemgîn li ser welatiyan dike, bi taybetî li ser wan pêkhateyên neteweyî û olî yên ku êşa şer, zordarî, koçberkirin û windakirina ewlehiyê kişandine.

Li gorî daxuyaniyê, ev gotar rûpelên biêş ên dîroka welat tîne bîra Iraqiyan û tirs û nîgeraniya malbatan a derbarê jiyan, mal û paşeroja zarokên wan de zindî dike. Berpirsyariya saziyên dewletê û gotara wan a fermî ew e ku dilniyayiyê bidin welatiyan, rûmeta wan biparêzin û baweriya wan a bi wan saziyan xurt bikin.

Hevpeymaniyê herwiha amaje bi wê yekê kir: "Em wek hevpeymaniyeke ku hejmara herî zêde ya hêz, partî û rêxistinên Mesîhî yên Kildanî, Aşûrî, Siryanî û Ermenî li xwe digire, tekez dikin ku welatiyên Mesîhî yên gelê me hevbeşên resen ên Kurdistan û Iraqê ne. Ewlehî, maf û paşeroja mana wan li welatê xwe bi serweriya yasayê, aramiya saziyan û parastina pirrengiyê ve girêdayî ye."

Hat diyarkirin ku erkê hemû aliyan e ku bandora alozkirina rewşê li ser van pêkhateyan li ber çavan bigirin, ji ber ku hîn şûnwarên ezmûnên wan ên tal li ser mane û pêwîstiya wan bi garantiyên pratîkî heye ji bo xurtkirina dilniyayî, aramî û mana wan.

Hevpeymaniya Mesîhî piştgiriya xwe ji bo parastina samanên niştimanî, rûbirûbûna gendelî û qaçaxçîtiyê û cîbicîkirina yasayê bi şefafiyet û lêpirsînê dubare kir û daxwaz kir ku ev yek bi rêkarên yasayî û hevkarî û hevahengiya di navbera saziyên federal û saziyên Herêmê de, digel rêzgirtina li desthilatên wan ên destûrî pêk were. Herwiha bang kir ku dosyayên hilawîstî bi rêya diyaloga cidî, komîteyên peywendîdar û mekanîzmayên destûrî bên çareserkirin, dûr ji tometbarkirin, alozkirina rewşê û sepandina rewşa defakto.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Mesîhî bang li Hikûmeta Federal û hemû hêzên siyasî kir ku ji bo aramkirina rewşê kar bikin, xwe ji her gaveke yekalî ya ku aloziyê zêdetir dike dûr bigirin û diyalogê bidomînin, da ku bigihîjin çareseriyên dadperwer û berdewam ku mafan biparêzin û xizmeta welatiyan bikin.

Hat tekezkirin ku rêzgirtina li sîstema federal û mafên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê, aramiya Iraqê û sîstema wê ya demokratîk û federal bihêz dike. Herwiha parastina hevbeşiya niştimanî jî pêwîstî pê heye ku her welatî û pêkhateyek hest bike destûr wî diparêze û saziyên dewletê çavkaniya ewlehî, dadperwerî û dilniyayiyê ne ji bo hemûyan.